HDPê hevserokên nû û endamên Encûmana Partiyê hilbijartin

Di kongreyê de polîtîkaya dahatû ya partiyê di çarçoveya welatekî hevpar de bi xebateke hevbeş a hemû gelan û pêkhateyên ciyawaz hatin eşkerekirin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê di 4emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hevserokên nû wek Mithat Sancar û Perwîn Buldan hatin hilbijartin. Di kongreyê de polîtîkaya dahatû ya partiyê di çarçoveya welatekî hevpar de bi xebateke hevbeş a hemû gelan û pêkhateyên ciyawaz hatin eşkerekirin. Polîtîkayên derve yên Tirkiyê û Yeîtiya Kurdan yek ji mijara sereke ya vê Kongreyê bûn. Ligel xwendina peyama Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî komek siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê jî bi mebesta piştevaniya HDP di kongreyê de amade bûn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku li parlemantoya Tirkiyê di nav 4 partiyan de cîh digire di kongreya xwe ya asayî ya mezin a çaremîn de hevserokên xwe yên nû hilbijart. Di encama dengdayîna 1018 delegeyan de bi 836 dengan Mîthat Sancar û Perwîn Buldan bûn hevserokên nû yên HDP. Her du hevserok di peyama xwe de bi taybetî bal kişandin ser operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê û bal kişandin ser yekitiya Kurdan ya navneteweyî û ragihandin Hewce ye hikûmeta Tirkiyê vegere ser rêya çareseriyê. Ligel vê yekê Buldan û Sancar dan diyarkirin ku ev di hilbijartineke nêzîk de deshilatdariya heyî hilweşînin.

Serokwekîlê Koma HDPê Saruhan oluç diyarkir ku kongreya hatiye kirin coşa vê û biryarên wê li hemberî zextên HDPê bersva herî mezin e û êdî em ê li her derê bin.

Wekîlserokê Koma HDPê Saruhan Oluç ji K24ê re got: “Ev kongreya îro ji bo me gellek girîng bû. Li hemberî zext, bêedaletî û bêhiqûqiyên li dijî HDPê pêwîst bû bersiveke xurt bihata dayîn. Îro di vê kongreyê de gel bi xwedîderketina siyaset û îradeya xwe bersiveke mezin dan. Bi hezaran alîgirên me yên vê derê jî dibêjin ku em ê teqez tifaqa demokrasiyê ava bikin û em ê vî welatî bikin welateke demokratîk. Ev welatê me ye û em ê birêvebibin. Êdî tu hêz nikare mafê gelê Kurd binpê bike bi guherînên mezin û bi rêveberiyeke nû emê li her derê bin.”

Ji herêma Kurdistanê serokên partiyên siysî û ji 30 welatan 300 mêvan beşdarî kongreya HDPê bûn. Li gel vê yekê ji seranserê Tirkiyê û bakurê Kuridtanê nêzîkê 35 hezar endamên HDPê bo piştevaniyê beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de nameya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî yaserkeftinê dema ku hatî xwandin di qada kongreyê de bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Berdevka meclîsa jinên HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî da diyarkirin ku rêveberiya wan ya nû renge rednigariya Tirkiyê nîşan dede û hemû pêkhate di nav de ne.

Di Kongreyê de Endamên encûmana partiyê, ku ji 100 kesî pêk tê hatin nûkirin. Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ev nêzîkê çar salin di girtîgehê de ye ji ber ku endamtiya wî ya HDPê ji aliyê dadgehê ve hatibû betalkirin di nava meclîsa partiya HDPê de cîh negirt.