Amerika: Me Patriot nedaye Tirkiye

Berpirsên Amerikî yên Fermandariya Ewrûpa (EUCOM) diyar kirin, ku Amerika mûşekên Patriot nedan e Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Amerikî yên Fermandariya Ewrûpa (EUCOM) diyar kirin, ku Amerika mûşekên Patriot nedan e Tirkiye. Herçend Tirkiye ev daxwaz kiribe jî, lê heta niha tu biryar di vê derbarê de nehatiye dayin.

Berî çend rojan kovara Forbes a Amerikî nivîsîbû, ku ji binkeyek ji Almanyayê mûşekên Patriot bo Tirkiye hatine hinartin. Lê, ev yek ji alî berpirsên Amerîkî ve hate redkirin.

Dinav Tirkiye û Sûriye-Rûsya de liser rewşa Idlibê şer û alozî rûda ye û ji alî Rûsya ve firîna esmanî ya firokeyên Tirkiye hatiye qedexe kirin. Ev yek ligel Tirkiye pirsgîrek peyda kiriye, ku nikare bi firokeyan piştevaniya Hêzên xwe li Sûriye bike.

 

 

C.B