Erdogan; Dema me dayî rejîma Sûriye bidawî dibe

Serokomarê Tirkiyê dibêje, dema ku bo vekişandinê dabû hêzên rejîma Sûriyê bidawî dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, dema ku bo vekişandinê dabû hêzên rejîma Sûriyê bi dawî dibe û ji bo parastina xalên çavdêrî û xelkê navçeyê zêdetir hêz li Îdlibê bicîh kirine.

Erdogan dibêje, tengezariya mezin ew e ku nikarin hêzên asîmanî bikarbînin û niha hewl didin vê jî çareser bikin.

Serokomarê Tirkiyê  Receb Tayîb Erdogan got:

".. Li Sûriyê, taybet jî li Îdlibê bi armanca pêşîgirtina karesata mirovî, em serî li her cure rê didin.  Niha li Tirkiyê 3.7 milyon welatiyên Sûriyê hene û em nikarin pêşwaziya yek milyon penaberên din bikin. Em dixwazin rejîm gavek zûtir erişen xwe dawî bike û vekişe paş xalên me yên çavdêriyê.

Mixabin Rûsya karesata mirovî nabîn e. Dema me daye aliyên xalên me yên çavdêriyê dorpêç kirine, diqede. Heta dawiya mehê, em plan dikin xalên çavderiyê ji dorpêçiyê rizgar bikin.  Rejîm axa xwe rizgar nake, êriş li xelkê dike û navçeyê dixe destê çekdarên biyanî yên mezhepgerî. Me hêzên xwe yên Îdlibê ji bo parastina xalên çavdêrî û parastina xelkê navçeyê ji êrişên rejîmê zêde kirin. Niha tengezariya me ew e ku, em nikarin asîmane deverê bikar bînin. Em dê çareyek ji bo vê jî bibînin. "

 

 

C.B