Omer Çelik: Gava dem qediya û Esed nevekişiya, dê bersiva xwe bigre!

Peyvdarê AK Parti Omer Çelik: Helwêsta me eşkere ye, guherîn jî di vê helwêstê de çênabe. Rejîm nikare bêje – ez venakişim!

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye  û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan  di navenda Partiya xwe  de ligel parlementeran civiya. Peyvdarê AK Parti Omer Çelik liser civîna ji medya re ragihand, ku “Serokomar liser mijarên rojevê ligel Parlementerên Partiya xwe re axifiye”.

Omer Çelik got: “Tirkiye barek giran da ye ser milên xwe. Di encama êrîşên rejîmê de derdora 1 milyon kes ber bi sînorê me ve hatin e. Tirkiye jî bala rejîma Sûriye kişandiye, ku vegere berî proseya êrîşa Idlibê. Gava dem a hatî dayin qediya, Artêşa Tirkiye dê bi biryarderî erkên xwe bicîh bîn e”.

Çelik herweha anî ziman: “Helwêsta me eşkere ye, guherîn jî di vê helwêstê de çênabe. Rejîm nikare bêje – ez venakişim! Tirkiye vê yekê qebûl nake! Rûsya jî, divê qebûl neke, jiber ku li dijî Rêkeftina Soçî ye. Liser vê mijarê di demek gelek nêzîk de, Serokomarê ligel Serokê Rûsya Putin dê hevdîtinê encam bidin”.

 

 

C.B