CHP: Serokomar divê Parlementoyê agahdar bike

Peyvdarê Partiya Komarî ya Gel (CHP) anî ziman: “bangewaza me bingehek destûrî heye. Artêşa Tirkiye, artêşa Parlementoyê ye. Ligor Destûrê divê Parlemento liser rewşê were agahdar kirin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya sereke ya Opozisyonê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Faik Oztrak ragihand, ku “Êş a me mezin e. Li Idlibê bûyerên awarte rû dan, lê wekî ku tiştek asayî pêkhatiye, qet seknek tê çaverêkirin, nayê nîşandan”.

Oztrak got: “Wendabûnên me mezin in. Duhî êvarê serokatiya CHP pêşhateyên Idlibê nirxandin. Îro me nirxandinên xwe domandin. Em bangewazî li Serokatiya Parlementoyê dikin, bi rojeva awarte liser Idlibê civîn pêk were. Her îro me daxwaza xwe arasteyî serokatiya Parlementoyê kir, ku sibe demj. 14:00an Parlemento bi vê rojevê bicive”.

Peyvdarê Partiya Komarî ya Gel (CHP) anî ziman: “bangewaza me bingehek destûrî heye. Artêşa Tirkiye, artêşa Parlementoyê ye. Ligor Destûrê divê Parlemento liser rewşê were agahdar kirin”.

Oztrak diyarkir: Roja Sêşemiyê Parlemento dê civîna xwe ya asayî pêkbîn e. Lê, dive berî wê civîn lidar bikeve. Nabe bûyera Idlib, wekî rûdanek asayî bê nirxandin.

 

 

C.B