Kremlin: Serbazên Tirk, li derveyî xalên xwe yên çavdêriyê hatin kuştin

Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov piştî civîna Encûmena Ewleyî ya Rûsya daxûyanî dan rojnamevanan û carek din tekez kir, ku: “Serbazên Tirk li Idlibê li derveyî sînorên xalên xwe yên çavdêriyê hatin kuştin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov piştî civîna Encûmena Ewleyî ya Rûsya daxûyanî dan rojnamevanan û carek din tekez kir, ku: “Serbazên Tirk li Idlibê li derveyî sînorên xalên xwe yên çavdêriyê hatin kuştin”.

Peskov got: “Yek serbazê Tirk jî, di sînorên xalên çavdêriyê de ne hatiye kuştin û ne jî, hatiye brîndar kirin. Serbazên Tirk li cihên, ku grubên terorist dinav wan de – welatiyê Sovyet a berê jî hene, û  êrîşan dikin de, pêk hat. Herçend me gelek caran xwest xwedî agahdarî bibin, tu caran aliyê Tirk li wir hebûna serbazên Tirk ji mer re piştrast nekir”.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Bergirî yê Tirkiye Hulusi Akar ragihandibû, ku: “Cihên ku yekîneyên me li wir bûn, ligel berpirsên Rûsyayê ve dihatin zanîn, bi ser vê yekê de jî, ew êrîş pêk hat! Dixwazim carek din bibêjm, ku li derdora yekîneyên me grûbên çekdar nebûn”.

Civîna Encûmena Ewleyî ya Rûsyayê  diyarkir, ku: “Rûsya her hewla xwe da ye, ku aliyê Rûsî pabndbûnên xwe yên ewleyiya serbazên Tirk, dinav sînorên xalên wan ên çavdêriyê de bicîh aniye”. Herweha Civîna Encûmena Ewleyî ya Rûsyayê  destnşankir, ku Tirkiye pabendbûnên xwe yên rekeftinan bicîh ne aniye. Nekariye çalakiyên terorî bide rawestandin û pêşî li êrîşên hemberî binkeyan serbazên Rûsyayê jî, bigre!

 

 

 

C.B