Civîna Parlementoya Iraqê bo Kabîneya Nû bo Yekşemiyê hate paşxistin

Ligor zanyariyên Kurdistan 24, Serokatiya Civata Nûnerên Iraqê biryar da ye, civîna Parlamentoyê ji bo bawerîdan bi kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî bo roja Yekşemiyê paş bixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Civata Nûnerên Iraqê bersiva daxwaziya Mihemed Tewfîq Elawî da ye.

Ligor zanyariyên Kurdistan 24, Serokatiya Civata Nûnerên Iraqê biryar da ye, civîna Parlamentoyê ji bo bawerîdan bi kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî bo roja Yekşemiyê paş bixe.

Di nameyekê fermî de ji bo Serokê Civata Nûnerên Îraqê, Raspartiyê ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî daxwaz kiribû, ku civîna Civata Nûneran ji bo Yekşemiyê were paşxistin. Ew jî, ji bo temamkirina pêkanîna kabîneya xwe.

Ji ber temamnebûn a rêjeya yasayî, civîna roja pêncşemiyê ya Parlamentoya Iraqê ji bo Şemiyê hatibû paşxistin.

 

 

 

C.B