Li ser ciwanên Kurd rapirsiyeke berfireh hate kirin

Li Tirkiyê Yekem car di warê siyasî, civakî, polîtîk û siyasî li ser ciwanên Kurd rapirsiyek li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hate kirin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Yekem car di warê siyasî, civakî, polîtîk û siyasî li ser ciwanên Kurd rapirsiyek li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hate kirin. Di vê rapirsiya ku bi piştevaniya balyozxaneya Birîtanyayê ve hetiye kirin ciwanên Kurd ji Tundî û radîkalîzmê dûr dikevin, di warê perwerdehiya zimanê zikmakî de hestiyar in û ji bo dehatûyê reşbîn in. Serokên kompanyayên vê rapirsiyê diyar dikin ku li ser ciwanên Kurd guherînên mezin salên dawî de xwe dane der.

Li Tirkiyê bi piştevaniya Balyozxaneya Birîtanyayê û ji aliyê kompanyeya Rapirsiyê ya bi navê Rawest û weqfa Derbarê Jiyanê de li ser ciwanên Kurd lêkolîneke berfireh hate amadekirin. Ev lêkolînên ku ji alyê kompanyeya Rawest û weqfa Derabrê Jiyanê de hatine amadekirin li Enqera paytexta Tirkiyê bi civîneke ku ji çapemeniyê re girtî hate parwekirin. Ji partiyên siyasî yên Tirkiyê yên Weke CHP, HDP, Partya Sadet, ji sazî û rêxistinên Kurdî û yên nêzîkê hikûmetê beşdarî di vê civînê de hate kirin.

Di derbarê vê rapirsiya ku li ser ciwanên Kurd hatiye kirin de serokê kompanyeya Rawestê ku navenda wê Diyarbekir e û serkêşiya wê rapirsiyê kiriye Roj Esîr Gîrasun da diyarkirin ku yekem care rapirsiyeke evqas berfireh li ser ciwanên Kurd tê kirin û di encamên rapirsiyê de ciwanên Kurd êdî alozî û şer naxwazin û daxwaza çareseriyeke mayînde dikin.

Serokê Kompanyeya Rapirsiya RAWESTê Roj Esîr Gîrasûn ji K24ê re got: “Mêrdîn, Diyarbekir, Wan û Rihayê ev hat kirin ji bilî vê deren weke Mêrsîn, Edene, Izmîr û Stenbol jî ev lêkolîn hete rêvebirin. Pirsen siyasî bikrin heta pirsen rojane, me pirsen berfireh liv an kir div ê rapirsiyê de ya ku derdikeve pêş ya siyasî heta niha tezek hebû ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve û dihate gotin ciwanên Kurd radîkalîze dibin ji Tirkiyê diqetinem dijberî vê yekê encaman dibînin. Em dibînin ku ciwanên Kurd hindî ku diçin ji tundiyê dur dikevin. Ji veqetandina Turkiyê ji pîçekê avêtine paşgav. Lê dîsa em dikarin bejin ku ciwanên Kurd di warê kulturî de asimile bûyîbin jî ji aliyê zimanê zikmakî de perwerdehiyê, zimanê fermîbûyîna Kurdî de daxwazek gellek mezin heye.”

Li gorî encamên vê rapirsiyê pêwendiyên malbatî yên ciwanên Kurd xurt in û lê yên bi tenê jî dijîn zêde dibe. Ciwanên Kurd di torên medyaya cwakî de popûler û çalak in û zêdetir bernameyên parodî û rêzefîlmên kenewar temaşe dikin. Herwiha ciwnên Kurd ji bo perwerdehiyê berê xwe didin ewropayê û di warê dehatûyê de jî kêmhêvî ne.

Serokê weqfa Derbarê Jiyanê de Ulaş Togul jî ku şaxê vê rapirsiyê ya Stenbol,Mêrsîn Îzmîr û Edeneyê birêvebir da zanîn ku daxwaz û xemên Ciwanên Kurd Ji ciwanên Tirk Cudatir e û herçiqas nexwazin zû bizewicin jî dixwazin bibin xwedî zêde zarokan.

Ulaş Togul dibêje: “Ne tenê li ser nêrîna wan ya siyasî di warê civakî û çandî de jî me li ser ciwanên Kurd analîzek kir. Ciwanên Kurd ji ciwanên Tirk cudatir zêdetir edalet û azadiya fikr û ramanan dixwazin. Wekî din ciwanên Kurd jî diwazin rewşa aborî baş bibe û jiyaneke aram dehatûyeke baş û perwerdehiyeke bi qelîte bistînin. Ciwanên Kurd naxwazin zû bizewicin lê zêde zarok dixwazin.”

Piştî civînê xwediyê Weşanxaneya Awestayê Abdullah Kesîn jî bal kişand ser bersivên ciwanan ya di warê nasnameya xwe ya ewil de û got di vê rapirsiyê de û li ser medyaya ciwakî encamên ji hev cuda hene.