Tirkiye kerta penaberan bikar tîn e, Ewrûpa qebûl nake!

Tirkiye bi sedema, ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan ya Sûriyê û avakirina navçeya aram, berbestên pêş penaberan rakirin!..

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, niha li ser sînorê wan mîlyonek û nîv penaber hene û bi êrişen rejîma Sûriyê eger heye, çar milyon kes berê xwe bidin Tirkiyê. Erdogan got, ji ber welatên Ewropa daxwazên wan qebûl nekirin e, berbestên pêş penaberan rakirine û heta êvarê dê 30 hezar kes derbas bibin. Rayedaren Yunanê dibêjin, mimkun nîn e, ew koçberên neyasayî qebûl bikin. Penaber niha di rewşeke xerab de ne.

Şerê Îdlibê, di navbera Tirkiye û welatên Ewropaye de jî, dibe sedemê aloziyan. Tirkiye bi sedema, ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan ya Sûriyê û avakirina navçeya aram, berbestên pêş penaberan rakirin. Xwe li têlên sînorên Yunan û Bulgarya didin û bi rêyên bejahî û deryayî hewl didin piyên wan bikeve ser axa Ewropayê.

Serokomarê Tirkiyeyê dide xuyakirin, ew êdî bo derbasbûna penaberan nabin asteng.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

"..Tenê 3 milyon û 700 hezar penaberên Sûrî li Tirkiyeyê hene û em nikarin pêleke din ya penaberan rakin.  Mehan berê min got, eger weha berdewam be, emê deriyan vekin, lê bawer nekirin. Me duhî derî vekirin. Li gor daneyên vê sibê, 18 hezar kes derbas bûn e. Heta êvarê dê bigihe 30 hezar kesan. Em ji vir û pê ve êdî deriyan nagrin. Dê berdewam be. Em neçar nîn in, ewqas penaberan xwedî bikin. Eger hun dirust in, alîkar bin, eger na, emê li ser rêya xwe berdewam bin."

Hêzên ewlekariya Yunanê rê nadin penaber derbasî aliyê welatê wan bibin. Carînan bi berbestan, carînan jî bi gazên rondikrêj dixwazin penaberan rawestîn in. Rayedarên Yunanî ditirsin aramiya welatê wan têkbiçe.

Michalis Chrysohoidis - Wezîrê parastina welatiyên Yunanê diyar kir:

".. Tiştê aliyê din ê sînor rû dide cihê dilgiraniyê ye. Mirovên ne bextewar li ser sînorê me kom bûn e û dixwazin neyasayî derbas bibin. Em dibêjin, amade ne her kesekî yasayî werbigrin, lê em welatiyên welatên sêyemîn li ser sînorê xwe qebûl nakin. "

Her çend, Erdogan, behsa rakirina berbestên pêş penaberên Sûrî dike jî, di nav kesên dixwazin derbas bibin de, welatiyên Efxanistan, Pakistan û welatên bakurê Efrîqayê jî hene.

Ezîz - welatiyê Efxanistanê dibêje:

"… Tirkiye got, sînor vekirine û dikarin hemû derbasî Yunanê bibin. Lê em serê sibê rawestiyane hê jî nehatine vekirin. Emê şevê di bin sermayê de derbas bikin û nizanim ka emê çawa derbas bibin"

Hin parlamenterên Yekîtiya Ewropa jî dibêjin, Erdogan penaberan wek kartek hember wan bikar tîne û divê Yekîtiya Ewropa bikaribe hember vê raweste.

 

 

 

C.B