Parlemena Tirkiye bi rojeva Idlib dicive, naverok piştî 10 salan dê bê zanîn!

Ligor destûra Parlemena Tirkiye, jiber ku civîn girtî ye, naverok wekî nehêniya welat tê nirxandin û piştî 10 salan ji raya giştî re dikare were eşkere kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemana Tirkiye sibe bi rojeva Idlibê dicive. Jiber, ku civîn dê girtî be, naveroka civînê dê ji raya giştî re 10 salan veşartî bimîn e.

Ligor destûra Parlemena Tirkiye, jiber ku civîn girtî ye, naverok wekî nehêniya welat tê nirxandin û piştî 10 salan ji raya giştî re dikare were eşkere kirin.

Civîna veşartî ya Parleman, hefteyek piştî rûdan a Idlibê, ku 36 serbazên Tirk tê de hatî kuştin pêk tê. Wezîrê bergirî yê Tirkiye Hulusi Akar dê agahdariyan bide.

Piştî rûdan a idlibê, Partiya sereke ya Opozisyonê CHP daxwaza civînek awarte kiribû, lê ev daxwaz hatibû redkirin. Liser daxwaza AK Partî civîn sibe û veşartî lidar dikeve.

 

 

 

C.B