Bîrcan Kerem li Diyarbekirê hewla gihandina sînemageran dide

Sînemager Bîrcan Kerem li Diyarbekirê saziya gihandina sînamegeran vekir.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Sînemager Bîrcan Kerem, li Diyarbekirê saziya gihandina sînamegeran vekiriye û dixwaze ciwanên ku dixwazin berê xwe bidin sînemayê bigihîne. Bîracan Kerem balê dikşîne ku wî berê fîlmekî li Diyarbekirê kişaniye û dîtiye ku derfet û bingehek baş ji bo sînemayê li Diyarbekirê heye. Cîwanên sînemahez jî tînin ziman ku ew jî hatina sînamegerekî bi ceribandin wek derfet dibînin da ku bi sînemayê ra pêwendîdar bin.

Leystikvan, senarîst û çêkerê fîlman ku bi salan jî di Yeşîlçamê de sînema kiriye Kerem Bîrcan, li Diyarbekirê ajanseke gihandina leystikvanên sînemayê vekiriye. Ciwanên ku dixwazin di fîlm û sînemayê de cîh bigrin jî, tên û li saziyê beşdarî perwerdehî û xebatên sînemayê dibin.

Bîrcan Kerem radigihîne ku wî berê heman proje li Meletî jî birêve biriye û encamên baş jî peyda kiriye û li ser hin dan û sitendinan û daxwaza nasên xwe yên li Diyarbekirê xwesiye ku li Diyarbekirê jî van xebatan bimeşîne. Kerem tîne ziman ku ew dixwaze, bi pêkhateyên bajêr re,  li gel perwerdehiyên sînemayê, projeyên hunerî ku heskirina sînemayê zêde bike jî li dar bixe.

Sînameger Kerem Bîrcan ji K24ê re got: "Ez 10 sal berê hatibûm Diyarbekirê, min li vir fîlmekî jî kişandibû. Piştre jî, bi pêşniyara hin nasên min yên li bajêr fikra ku ez li vir xebatên li ser sînemayê bikim geş bûn û teqrîben meh û nîv e me dest bi karên xwe kir. Em ciwanên ku dixwazin beşdarî sînema û hunerê bibin re hewla ku xebat baş der bixin didin. Piştî perwerdehiyan jî, ji bo ciwanên ku şiyana wan heye înşelah emê rêyên baş peyda bikin."

Li saziya sînemayê, poster û agahiyên li ser filman hene û makîneyên ku pê sînema hatine kirin û tên kirin jî li saziyê hatine danîn.

Ciwanên ku dixwazin di projeyên sînemayê de cîh bigirin û ji bo vê yekê jî xwe bigihînin, tînin ziman ku ji perwerdehiya Bîrcan Kerem gelek sûd girtine û dê di xwe bipêşxistinê de berdewam bin.

Şagirt Cansû Akar dibêje: "Xeyalên min, min anîne vê derê.  Me bihîst ku sînemager Bîrcan Kerem hatiye vir û perdehiya sînemayê dide. Ev jî ji bo me derfet bû û em li ser leystikvanî, xwe bawerî, bizavên laşî perwerdehiyan dibînin û gelek jî sûdbexş in."

Şagirt Yûsûf Atasoy jî got: "Hezkirin û meraqa me ya leystikvaniya sînemayê hebû, piştî ev derfet peyda bû ez jî bi hevalek xwe ra hatim. Piştî hatina me ya vir bi xwe baweriya me zêde bû û wêrekiya xwe îfade kirina me bipêş ket. Êdî armancên mi hene ji bo sînemayê û ez wek karekî dibînim."

Bîrcan Kerem li Diyarbekirê bi ciwanên heskiriyên sînemayê re, xebatên xwe dimeşînin û daxwaz dikin ku rêvebirên saziyên li bajêr jî hevkarî û piştiriya wan bikin da ku li bajêrê Diyarbekirê jî çanda sînemayê geş bibe û bipêş bikeve.