Ebdulbasit Hemo: Idlib zencîra dawî ya şerê çekdarî li Sûriye ye

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ebdulbasit Hemo ji K24 re diyarkir, ku “Idlib bajarek gelek stratejîk e. Ji Rejîma Şamê, ji Tirkiye û ji Opozisyonê re jî, stratejîk e...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ebdulbasit Hemo ji K24 re diyarkir, ku “Idlib bajarek gelek stratejîk e. Ji Rejîma Şamê, jiTirkiye û ji Opozisyonê re jî, stratejîk e. Dikarim bibêjim, zencîra dawî ya sere çekdarî li Sûriye ye, ya ku nêzîkî 10 sal in berdewam e. Niha şerek berfereh liser erdê li Idlibê tê jiyandin. Di vî şerî de bandorek eşkere ya Rûsya heye. Herçend li Enqere û Moskow di navbeyna şandên Rûsya-Tirkiye de danûstandin pêkhatin jî, bi ser neketin. Jiber vê yekê Serokomarê Tirkiye Erdogan dê biçe Moskow û ligel Putin bicive. Berjewendiyên wan ên hevbeş jî hene, nakokî jî hene. Em binerin, dê çi alî girantir be”.

Ligor Ebdulbasit Hemo, “ Dikare liser agirbestek demkî di encama hevdîtina Putin-Erdogand de di 5ê Adarê de li Moskow rêkeftinek pêk were. Rewşa aborî ya Sûriye dikare ber bi hilweşîne ve biçe. Jiber vê yekê, Rûsya dixwaze proseyek agirbestî pêkbîn e, ku bandorek hilweşînê li aboriya Sûriye pêkneyîn e. Jiber vê yekê pirr giring e, rêyên navneteweyî M4 û M5, ku li bajarokê Seraqib digihin hevûdu bikevin bin kontrola rejîmê. Niha Rûsya di vê warî de, rolek sereke dilîze”

Ligor Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ebdulbasit Hemo, Rûsya di piştgiriya rejîmê de zelal e û di çarçoveya van berjewendiyên xwe de dikare gelek projeyan liser erdê derbasî jiyanê bike…