Jeffrey: Amerika dê alîkariya Tirkiye bike
K24 – Navenda Nûçeyan
James Jeffrey tekez dike, ew dê alîkariya Tirkiyê bikin û daxwazên wan jî, gotûbêj bikin.
Şandek Amerîkî bi Serokatiya Şanderê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey seredana sînorê Tirkiyê - Sûriyê li nêzîkî Idlibê kir .
James Jeffrey ragehand, ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê şer dikin, da ku karesateke mirovî rû nede.
Herwiha Jeffrey got, ku Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji wan û NATOyê kiriye, û ew dê alîkariyê pêşkêşî Tirkiyê bikin û daxwazên wan yên din jî, cîbicî dikin.
C.B