Rûsya: Tirkiye hiquqa navneteweyî binpê dike

Di daxûyaniya Wezareta bergirî ya Rûsya de herweha hatiye: “Êrîşên li dijî binkeya Himêmîm bûn e rojan e. Hêzên Tirk û terorist têkilî hevûdu bûn e”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta bergirî ya Rûsya ragihand, ku “Tirkiye hejmara serbazên xwe û hêza xwe li derdora Idlibê gelek zêde kir. Ev yek li dijî hiquqa navneteweyî ye, herweha binpêkirina rêkeftinên ligel Rûsya hatine imzekirin in. Tirkiye birgeyên rêkeftinan bicîh nayîn e”.

Di daxûyaniya Wezareta bergirî ya Rûsya de herweha hatiye: “Êrîşên li dijî binkeya Himêmîm bûn e rojan e. Hêzên Tirk û terorist têkilî hevûdu bûn e”.

Ev daxûyaniya Wezareta bergirî ya Rûsya, rojek berî hevdîtina Putin-Erdogan de tê, ku sibe her du Serok li Moskow liser bi taybet aloziya Idlibê civînê lidar dixin.

 

 

C.B