Civîna Putin-Erdogan bidawî hat. Putin: Ji kuştina serbazên Tirk dilgiran bûm!

Putîn û Erdogan li Moskow civiyan, û Putin ragihand, ku ew ji kuştina serbazên Tirkiyê dilgiran bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Putîn  û Erdogan li Moskow civiyan, û Putin ragihand, ku ew ji kuştina serbazên Tirkiyê dilgiran bû.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn derbarê Îdlibê de civiyan. Civîna her du serokan ya rûbirû 2 demjimêr û 40 xulekan berdewam kir. Piştî hevdîtina serokan, şandên aliyan civiyan.

Serokê Rûsyayê beriya civînê da xuyakirin, ew dixwazin di derbarê Sûriyê de hemû mijaran gotubêj bikin, da ku ziyan negihe pêwendiyên di navbeyna her du welatan de. Serokomarê Tirkiyê jî da xuyakirin, hêvîdar in ji civînê biryara aramkirina navçeyê derkeve.  

 

 

 

C.B