Beşar Esed: Tiştek bi navê doza Kurd li Sûriye nîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Beşar Esed dibêje, tiştek bi navê doza Kurd li Sûriyê nîn e û tenê navnîşanek ne rast û derew e.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke de ligel kenalek Rûsî ragihand, di dîrokê de Kurd li Sûriyê dijîn. Lê, ew Kurd in. Dewleta Tirkiyê êrîş bir ser wan , wan jî berê xwe dan Sûriyê û me pêşwazî li wan kir û nasname jî wergirtin.
Pirsgirêka me ne ligel Kurdan e, pirisgirêk ligel wan grûpan e, ku ligel Amerîkiyan kar dikin.
C.B