ENKS: Hişmendiya rejîma Sûriye, liser mafên neteweyî yên Kurd nehatiye guhertin

Serokê Komîteyên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) li rojavayê Kurdistanê Muhsin Tahir ji K24 re anî ziman, ku: “Hişmendiya rejîma Sûriye nehatiye guhertin. Bi taybetî jî, ji alî doz a Kurd de

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteyên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS)  li rojavayê Kurdistanê Muhsin Tahir ji K24 re anî ziman, ku: “Hişmendiya rejîma Sûriye nehatiye guhertin. Bi taybetî jî, ji alî doz a Kurd de. Bîr û baweriyên rejîma Esed, hîn berî yên 2011an e. Jiber vê yekê, gava em dibêjin: Şam ne amadeyê çareseriya pirsa Kurd e. Bi vê helwêsta xwe ya niha Esed/Şam vê yekê carek din tekez dike. Dibêje: Tiştek bi navê Doz a Kurd, Kurdistana Sûriye nîn e. Piştî ewqas sal ên penaberî, koçberî, alozî , şer ê navxweyî – hîn jî, rejîma Sûriye dibêje: Doz a Kurd nîn e(!)”

Muhsin Tahir diyar kir: “Em miletek resen liser xaka xwe ne! Mafên me yên neteweyî hene. Erê em beşek ji Sûriye ya giştî ne. Lê, me ji sala 1957an ve liser du ast an kar kiriye. Ast a demokrasî ji bo gelên Sûriye û ast a neteweyî, ji bo pêkanîna mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûriye. Heta em hebin, em dê ji bo cîbicîkirina mafên neteweyî yên gelê xwe têbikoşin”.

 

 

 

C.B