Şaneya rûbirûbûn a Korona li Iraqê, hejmarek biryar derxistin

Şaneya rûbirûbûn a Korona li Îraqê li Bexdayê civiya û hejmarek biryar derxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaneya rûbirûbûn a Korona li Îraqê li Bexdayê civiya û hejmarek biryar derxistin.

Dr. Cefer Elawî di konferansek rojnamevanî de ragihand, pêwîst e welatiyên Îraqî, ku li Îranê ne, heta 15ê vê mehê vegerin. Piştre rê ji bo wan nadin ku vegerin.

Herweha got jî, ji 8ê mehê ve, heta 15ê mehê dergehên sînorî yên digel Îran û Kuwêt tên girtin, ji bilî rêyên avî û asmanî. Tekez jî kir, li tevahiya Îraqê rê nayê dayîn, ku ti çalakiyek werzişî, rewşenbîrî, civakî û olî lidar bikeve.

Hevdem Wezîrê Tendirustî yê Îraqê got, digel Wezareta Tendirustî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûn a Virusê Korona di hemahengiyê de ne û got, ji wê gujm a pereyê,  ku ji bo rûbirûbûna Korona hatiye terxan kirin, beşê herêma Kurdistanê jî, dê were dayîn.

Wezareta tendirustî ya Iraqê hemû daxwazên herêma Kurdistanê werdigre û beşê herêma Kurdistanê jî, ji budceya terxankirî ji bo rûbirubûn a Korona peyda dike.

Wezîrê Tendirustî yê herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ji Kurdistan24 re ragihand, di civîna şaneya rûbirûbûn a Korona de, hemû daxwazên herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina budce û peydakirina pêdiviyên pizîşkî hatine bicîhkirin û wezaretên wan pêwendiyek baş heye. Amaje bi wê yekê jî kir, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî giringiyek zêde bi parastina herêma Kurdistanê ji wê vayrosê da ye û bi berdewamî, tekeziyê liser wê babetê dike.

 

 

 

C.B