Çavuşoglu: Rejîm li Idlibê êrîş bike, em dê bersivek tund bidin

Wezîrê Derve yê Tirkiye dibêje, eger rejîma Sûriyê pabendî agirbestê nebe, heta niha çawa bersiv dane, dê berdewam bin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiye dibêje, eger rejîma Sûriyê pabendî agirbestê nebe, heta niha çawa bersiv dan e, dê berdewam bin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di beşdariya bernameya Ajansa Anadoluyê de da xuyakirin, xebatên wan bo hertimîkirin a agirbesta Îdlibê berdewam dibin. Lê eger rejîm êrişên xwe berdewam bike, ew dê bersivê bidin.

Çavuşoglu balkişand ser serdana Erdogan ya Brukselê jî û got, bi Yekîtiya Ewropayê re gihîştin qonaxeke nû ya diyalogê û ji bo berdewamiya vê, pêwîstî bi gavên cidî heye.

Da xuyakirin, Ewropa li aliyek dibêje, bila ji Îdlibê koçberî nebe, li aliyê din jî, bo xelkê Îdlibê li cihê xwe bimîne tiştek nake û êdî sînorê Yekîtiya Ewropa jî, ne sînorê Yunanistanê ye  û çawa wan derî vekirine, divê welatên din jî, deriyên xwe vekin.

 

 

 

C.B