Fişare liser rojnamevanan di Parlementoya Tirkiye de hat nîqaşkirin

Li Tirkiyê piştî ku hin rojnamegeran trajediyên penaberan li ser sînor ragihandin hatine binçavkirin û niha jî ji ber hin nûçeyan rojnamegerên muxalîf tên zindanîkirin

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê piştî ku hin rojnamegeran trajediyên penaberan li ser sînor ragihandin hatine binçavkirin û niha jî ji ber hin nûçeyan rojnamegerên muxalîf tên e zindanîkirin.

Ev bûyer li parlamentoya Tirkiyê jî tên e nîqaşkirin. Parlamanterên partiyên opozîsyona Tirkiyê îddîa dikin ku daraz li Tirkiyê êdî ketiye jêr hûkmê siyasî. Herwiha gotin bi awayekî sistematîk destgîrkirina rojnamegerên muxalîf bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Li Tirkiyê van rojên dawî pest û fişara li ser rojnamegeran di siyasetê de bû sedema nîqaşên nû. Li parlamentoya Tirkiyê parlamenterên partiyên opozîsyonê îddîa kirin ku daraz êdî li Tirkiyê ketiye jêr hûkmê siyasetê û tê xwestin ku mijarên di rojevê de bi tu awayî neyêne axaftin. Parlamenterê Konyayê yê Partiya Saadetê Abdulkadîr Karaduman di vê derbarê de axaft û got: Li welatekî pêşketina aborîyê bi karîgerkirina azadiya fikr û ramana li her qadên jiyanê pêkan e.

Parlamenter-Abdulkadîr Karaduman, diyar dike:

"Van dawiyan li Tirkiyê di warê maf û azadiyan de kiryarên metirsîdar hene ku me ber bi rewşeke tarî ve gêr dikin. Di serî de bêkarîgerkirina hiqûqê sedemên qeyrana aborî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Ligel van em dibînin ku van rojan gelek rojnameger jî tên e asteng kirin û herwiha tên e zindanî kirin jî. Helbet em vê yekê qebûl nakin. "

Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Alî Kenanoglu jî balkişand ser rêveberiya dewletan û got; li welatên ku ne demokratik in rêveberiyeke pak jî pêk nayê ji loma li Tirkiyê jî ew televizyon û weşanên ku hewl didin bi awayeke rast û dirûst agahiyan ragihînin gel tên e asteng kirin.

Parlamenter-Alî Kenanoglu, dibêje:

"Li Tirkiyê gelek mijar ji xelkê tên e veşartin. Van rojan jî ew pest û fişar zêdetir li ser serê rojnamegeran tê gerandin. Sedema vê fişara ku li ser rojnamegeran jî helbet hem di mal de hem jî li derve di warê polîtîkayê de tengijîna desthilatê û girêdayî vê yekê qeyrana aborî ye. Sedema herî sereke ya siyasîbûna darazê jî ev e. Dixwazin tu kes nûçeyan çê neke û siyasetmedar jî hîç naxivin."

Li aliyê din hat ragihandin ku di warê maf û azadiyan de rewşa Tirkiyê wekî sala borî îsal jî di raporta bi navê "Li Cîhanê Azadî 2020ê de ku ji aliyê Freedom Housa ku li Emerîkayê cih digire ve hatiye amadekirin de dîsa di rêza "Welatên ku ne azad" de hatiye nîşandan. Parlamenteran diyarkirin ku divê Tirkiyê di zûtirîn dem de ji vê nasnava reş xwe rizgar bike.

 

 

 

C.B