Korona bandoreke mezin li aboriya cîhanê dike

Aborînas diyar dikin, ger pêşiya veyrosê neye girtin tengbûneke mezin li aboriya Cîhanê dê xwe bide der.
author_image Vural Erişmiş
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Veyrosa Koronayê ku ji welatê Çînê belav bûye seranserê cîhanê, bûye gefeke mezin pêşiya wê nayê girtin. Ev veyrosa ku 117welatan xwe daye der li Tirkiyê jî peyda bû û ji ber vê çendê hemû çalakî, pîrozbahî hatin betalkirin, dibistan û zanko ketin bêhnvedanê. Bijîşk dibêjin ligel veyrosê zêde bikaranîna dermanên dezenfekteyê jî zirarê dide laşê mirov. Bi boçûna aborînasên Tirkiyê jî ger pêşiya veyrosê neye girtin tengbûneke mezin li aboriya Cîhanê dê xwe bide der.

Li Tirkiyê Piştî daxuyaniya wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku got veyrosa Koronayê li Tirkiyê jî heye li seranserê Tirkiyê çalakiyên werzîşî yên navneteweyî, hatin betalkirin. Ligel vê yekê hemû dibistanên seretayî, navîn û zanko heta dawîya meha Adarê ketin bihêvedanê. Herwiha li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî pîrozbahiyên newrozê hatin betalkirin, geştên ji bo welatên Ewropa û welatên cîran heta ku lezgîn nebe hatin rawestandin. Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî geştên xwe yên bo Derve betal kirin û parlementoya tirkiyê heta 31ê Adarê ji bo welatiyan hate qedexekirin.

Prof.Dr.Levent Kenar ku serokê beşa zanistên bijîşkî ye ji Kurdistan24ê re diyarkir ku zêde bikaranîna dermanên paqijiyê jî zirarên mezin bi xwe re tînin, zêdetir herêmên nêzîkê sînoran, cihên girtî û qelebalix gefe bo welatiyan û bergiriyên ji aliyê hikûmetê ve hate girtin hewceye gel jî li gorî van tevbigere.

Serokê Beşa Zanistên Bijîşkî Prof. Dr. Levent Kenar ji K24ê re got: “Hewce ye ku bergirî bêne girtin lê hewayeke endîşeyê neyê avakirin. Li ser sînoran û bajarên derdorê deriyên sînoran hecwe ye zêdetir baldar bin. Cihên ku bi giştî lê jiyan heye, firokexane, lîman, termînal cihên herî guncav yên belavbûna veyrosê ne. Di vê rewşa aloz de gel zêdetir dermanên dezenfekteyê bikar tînin lê belê ev derman veyrosên bifeyde jî dikûje û nexweşîyên li ser laş dide der û nexweşiyên kronik bi xwe re tîne. Bergirî di cih de ne lê hewceye gel jî li gorî van bergiriyan tev bigerin.”

Li gel bergiriyên tendûristî bandora vê veyrosê ya di warê aborî de jî cihê metirsiyê ye. Aborînas Prof.Dr.Levent Aydin jî amaje pê dike ku piştî 33 salan aboriya Amerîkayê ji ber vê veyrosê daketiye û di warê geştûgûzrî de jî lawazbûneke mezin li pêşiya Tirkiyê  ye û ger pêşiya veyrosê neye girtin dê seranserê cîhanê  di warê aborî de tengbûnek xwe bide der.

Aborînas Prof. Dr. Levent Aydin jî dibêje: “Eger ev veyros çarîka duyem jî derbas bike û heta meha Hezîranê pêşiya wê neyê girtin dê qeyraneke binyadî li seranserê cîhanê xwe bide der û tengbûnek dê çêbe. Ji ber vê veyrosê piştî 33 salan borseya Amerîkayê daket û sedî 10 biçûk bû. Biçûkbûna aboriya Amerîkayê tê wateya lawazbûna aboriya seranserê cîhanê jî. Ger veyros heta hezîranê berdewam bike di beşa geştûgûzariyê de Tirkiye dê zirareke mezin bibine û lawazbûneke ciddî dibe ku xwe bide der.”

Veyrosa Koronayê ku di 29ê Berfanbara 2019an li bajarê Wuhana Welatê Çînê xwe daye der niha belavbûye 117e welatan û kesên ku ji ber vê veyrosê mirine hejmara wan gihiştiye 5 hezar û 068 kesan. Li gel vê yekê heta niha li ser 134 hezar 765 kesan ev veyros hatiye dîtin.