Careke din êrîş li Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hate kirin

Îro careke din serbazgeha Tacî li Bexdayê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne, bi mûşekan hat armanckirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro careke din serbazgeha Tacî li Bexdayê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne, bi mûşekan hat armanckirin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, serbazgeha Tacî îro bi 20 mûşekan hat armanckirin.

Ev yek piştî wê tê, roja 11 vê mehê serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û di encamê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatin kuştin û 11 serbazên din birîndar bûn.

Piştî wê êrîşê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên Heşda Şeibî li li navçeya Bokemal a Sûrî ya li ser sînorê Iraqê bombebaran kirin. Li gor amaran, di bombebaranê de 18 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Herwiha Fermandarîya Operasyonên Hevpeş duhî jî ragihand, firokeyên şer ên Amerîka êrişî ser artêşa Îraqê, Mixawîrên Firqe ya 19 û baregeha Heşda Şeibî û Fewca polîsên Babil li parêzgeha Babil kirin û hejmarek ji serbaz, polis û çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

  

S. B