Tirkiye: Nimêjên bi kom hatin bo demek nediyar hatin rawestandin

Serokê karûbarên Olî yê Tirkiye Ali Erbaş, ragihand, ku di mizgeftan û perestgehên din ên olî de, nimêj û helkeftên din ên olî hatine rawestandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Vayrosa Korona, ku ji Çînê belavî cîhanê bû, heta niha tûşî zêdetir ji 156 hezar mirovan bû ye. Di 116 welatan de, zêdeyî 6 hezar mirovan jiyana xwe jidest da ye.

Herçend niha li Çînê Vayrosa Korona ketiye bin kontrolê de, lê li gelek welatan jî, derketiye derveyî kontrolê. Ewrûpa niha di xem a mezin a Vayrosa Korona de ye.

Li Tirkiye heta roja îro 18 welatiyên tûşbûyî hatine ragihandin. Herçend di raya giştî de tê bawerkirin, ku ev hejmar gelek zêdetir e.

Serokê karûbarên Olî yê Tirkiye Ali Erbaş, ji 5 hezar û 300 welatiyên, ku ji Ûmreyê vegeriyane xwest, ku dinav 14 rojan de ji malên xwe dernekevin û seredanan jî qebûl nekin.

Herweha Serokê karûbarên Olî yê Tirkiye Ali Erbaş, ragihand, ku di mizgeftan û perestgehên din ên olî de, nimêj û helkeftên din ên olî hatine rawestandin.

 

 

C.B