HAK-PAR, PAK, PSK: Newroz, roja vejîn û serkeftînê ye

HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan), PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK (Partîya Sosyalist a Kurdistan) bi daxuyaniyek hevbeş, Newroz li gelê Kurd ê Kurdistanê pîroz kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan), PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK (Partîya Sosyalist a Kurdistan) bi daxuyaniyek hevbeş, Newroz li gelê Kurd ê Kurdistanê pîroz kirin.

Kopyeyek ji daxuyaniyê gihandin K24

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Newroza we pîroz be

Newroz di dîroka Kurdistanê de rojeke pîroz e. Kurd ji, berî zayînê, sala şeşsed û diwazde (BZ 612) û hetanî îro bêsekin weke cejin û mihrîcanekê Newroz pîroz kirine, qedrekî mezin dane vê rojê. Roja 21ê Adarê ji bona Kurdan remz û nîşaneke netewî ye. Lewra Newroz Kurd e. Newroz rojeke nû ye ku Kurd wê rojê ji zilmê rizgar bûne. Kawa di bîra netewî a Kurdan de, wek lehengekî bê emsal hatiye pejirandin. Roja 21ê Adarê destpêka biharê ye û bihar mizgînîya  xweşî , bereket û rojên serfiraz bi xwe re tîne.

Newroz; di xewna me Kurdan de, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e...

Newroz, ji bona Kurdan destpêka rojeke bixêr û bereket e.

Gelên Arî roja Newrozê wek “sersal” dizanin û bi wê wateyê pîroz dikin. Lê Newroz ji bona Kurdan ne tenê sersal e, her wiha destpêka rojek nû ye. Newroz, Nûroj e, yanî Roja nû ye.Efsaneya Newroza Kurdan bi bûyereke netewî tê şirove kirin. Dîrok dide zanîn ku desthilata zordest a Dehaq li Nînowa ya paytextê serdarîya Medan, bi tevgerek rêketî û bi pêşengîya Kawa yê Kurdê hesinger kutahî pêhatîye. Lewra ye ku Newroz ji bo Kurdan remz û nîşana vejîn û azadîyê ye. Kurd çiqasî bi Newrozê kubarîyê bikin, mafê wan e.

Xweşhal in ku UNESCO kevneşopîya Newrozê wek mîrateyeke mirovahîyê qebûl kirîye ku Newroz  wek cejin, ji du hezar salan zêdetire   di nav gelên Arî de hatîye pîroz kirin. Newroz êdî cejneke navnetewî ye.

Herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye. Di roja 21.03.1960î de li Efrîqaya Başûr, xwepêşnadaneke li dijî nîjadperestîyê pêk hat. Lê xwepêşandar tûşî  êrîşeke çekdarî bûn û 69 kes hatin kuştin. Netewên Yekbûyî jibo bibiranîna vê qetlîamê, di sala 1966an de roja 21ê Adarê wek Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê qebûl kir.

Xwişk û birayên hêja;

Me nîyet hebû ku em hersê partîyên Kurd wek HAK-PAR, PAK û PSK  cejna Newrozê, bi girseyî û bi coş, bi hevre pîroz bikin. Lê mixabin ku wê Newroz îsal, melûl derbas bibe. Sedem ku koronavirûsa nû, roj bi roj firehtir belav dibe û wek xeterîyeke navnetewî xwe daye nîşan. Jibo parastina tendûristîya gelê me, emê çalakî û  şadûmanîyên Newroza îsal betal bikin.

Miletê Kurd baş dizane ku Newroz, roja vejîn û serkeftînê ye.

Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dileke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye.

Newroz, sondeke ji bo her Kurdekî/ê.

Newroz, exteke, qewleke û bextêke di rêya azadîya  Kurdistanê de…

Bi hêvîya ku, mebest û daxwazîyên gelê Kurdistanê, pêk werin.

Hêvîdar in ku nûra Newrozê bibe çare û derman ji bo sosreta li serê Kurdan.

Hêvîya me ewe  ku Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêka rojên nû li seranserê Kurdistanê.

Bi minasebeta Newroze, em careke din bangî hemû hemwelatîyên xwe û hemû mirovahîyê  dikin ku li himberî  Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe û dor û bera xwe ji vê xeterîyê biparêzin.

Bijî Newroz

Hemû rojên we Newroz bin. 

Newroza we pîroz be.

20.03.2020

HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan)

PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalist a Kurdistan)