Nîşaneyên tûşbûna Korona di tîma Fenerbahçe de

Tîma Basketbol a Fenerbahçe bi daxuyanieykê ragihand: “Di gel hin lîstikvan û berpirsên tîma me de nîşaneyên Vayrosa Korona (Covid -19) hatine eşkere kirin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Basketbol a Fenerbahçe bi daxuyanieykê ragihand: “Di gel hin lîstikvan û berpirsên tîma me de nîşaneyên Vayrosa Korona (Covid -19) hatine eşkere kirin”.

Ligor daxuyaniya, ku di malpera fermî ya Fenerbahçe de hatî weşandin de, hate destnîşankirin, ku bi egera nîşaneyên Vayrosa Koronaye digel hin lîstikvan û berpirsan, tevayiya time bo pişkinînan li nexweşxaneyê di bin kontrolê de ne“.

Herweha tê diyarkirin, ku:“Di dema kontrolên asayî yên tîma me ya Basketbolê de, digel hin lîstikvanên û berpirsên me nîşaneyên Vayrosa Korona (Covid -19) hatine xuyakirin. Tîmên me yên tendirustî bi lezgînî dest daniye ser rewşê û tîma me ligel berpirsên di bin metirsiyê de niha ji bo pişkîninan li nexweşxaneyê di bin kontrolê de ne. Piştî eşkerebûn a encamên pişkinînê, em dê raya giştî bi zelalî agahdar bikin”.

 

 

C.B