Welatperwer, endamê Meclisa PSK Behced Epozdemir wefat kir

Behced Epozdemir, duhî li Stenbolê, piştî nexweşiyek giran jiyana xwe jidest da

K24 – Navenda Nûçeyan

Epozdemîr di sala 1965'an de li gundê Minar a Sêrtê hate dinê. Di dibistana seretayî de di nav DHKD'ê de cih girt û serdema wî ya têkoşînê bi vî awayî destpê kir. Paşî dinav rêzên Rêya Azadî de têkoşîna xwe domand.

Epozdemîr di destpêka salên 90an de di nav HEP û DEP'ê de jî cih girt. Di xebatên damezrandin û xebatên Partiya Aştiyê û Demokrasiyê (DBP) de bi çalakî xebat kir. Salên dirêj di nav HAK-PAR'ê de, di astên cuda de kar kir.

Herwiha dinav Kurt-Kavê de jî gelek ked da û di nav Rêveberîyê de bû.

Sala par jiber parvekirinên xwe di sosyal-medya de liser Referendûma serxwebûna Kurdistanê û doza Kurdistanê li gundê xwe di girtîbûn a malê de bû.

Piştî ku Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Tirkîyê bi awayekî fermî dest bi xebatê kir, Epozdemîr di nav wê de cih girt û endamê Meclisa Partîyê yê PSK'ê bû.

Welatparêz Behced Epozdemir brazayê yek di damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Şakir Epozdemir, herweha Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Latif Epozdemir û kûrxalê Cîgirê Serok û Nûnerê HAK-PAR li Herêma Kurdistanê Zana Sezen e.

Behced Epozdemir, duhî li Stenbolê, piştî nexweşiyek giran jiyana xwe jidest da.

 

 

 

C.B