HSD bang li aliyên şerker li Sûriye dike, şer rawestîn in

HSD daxwaz ji hemû aliyên şerker ên Sûriyê dike şer rawestîn in û radighîne, rûdana şer dê bibe sedema belavbûna zêdetir a Vayrosa Korona

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD daxwaz ji hemû aliyên şerker ên Sûriyê dike şer rawestîn in û radighîne, rûdana şer dê bibe sedema belavbûna zêdetir a Vayrosa Korona.

Serkirdatiya Hêzên Sûriya Demokrat HSD di daxuyaniyekê de ragehand, di dem a berdewamiya gef a Vayrosa Korona de liser cîhanê û wekî bersivdan ji banga Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî re radighînin, ku ew pabendî karên navdewletî yên nehiştina wê Vayrosê ne.

HSDê radighîne, ji ber têkçûna kerta tendirustî jiber şer, rewşa Sûriyê, bergiriyê ji operasyonên din re nake û rûdana şer, dê bibe sedem a koçberiyê û dê bibe sedem a belavbûna Vayrosê Korona.

HSD di daxuyaniya xwe de tekez dike, ew daxwaz ji hemû aliyên şerker dikin, ku operasyonên xwe rawestîn in û pabendî agirbestek sivîl bibin.  Ji aliyê xwe ve,tekez dikin ku dê pabendî agirbestê bibin û dê tenê berevaniyê li xwe bikin. Bi hêvî ne, ku ew agirbest rê li ber diyalog û danûstandinên siyasî veke û şerê li Sûriyê û cîhanê bidawî bîn e.

Di dawiya daxuyaniya xwe de HSD ragihand, ew dê rê li ber gihiştina tîmên tendirustiyê yên navxweyî û navdewletî ji bo hemû navçeyên di bin kontrola xwe de vekin.

 

 

 

C.B