Guterres: Piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn Korona mezintirîn krîz peyda kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, ku: “Piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn Korona mezintirîn krîz peyda kir. Ji mirovayetiya re aloziyên mezin anîn pêş”

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, ku: “Piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn Korona mezintirîn krîz peyda kir. Ji mirovayetiya re aloziyên mezin anîn pêş”.

Guterres liser bandorên sosyal (civatê) – aborî yên Vayrosa Korona raportek ragihand. Diyarkir, ku Vayrosê û belavbûna wê, cîhan bi Krîzek Aborî, ku berê rû neda ye re, berbiçav aniye.

Ligor Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ev krîz dikare bi hevkariya mirovayetiyê bê têkbirin. Herweha metirsiya rewşa Efrîqya anî ziman, ku di egera belavbûn a berfereh de, dikare encamên gelek xerab bi xwe bîn e.

Herweha Guterres diyarkir, ku: “Di navbeyna 5 heta 25 milyon kesan dikarin karên xwe wenda bikin. Di navbeyna 860 Milyar û 3,4 Trilyon Dolaran de wendabûna aborî rû bide.

 

 

 

C.B