Çekdarên ser bi Tirkiye ve, dixwazin ji Libya vegerin

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan ragihand, ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûriyeyê yên ser bi Tirkiye ve li Libyayê gihiştiye 165 çekdaran

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan ragihand, ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûriyeyê yên ser bi Tirkiye ve li Libyayê gihiştiye 165 çekdaran.

Çekdarên, ku hatine kuştin, ji grûbên Yekineya El Mutesim, Yekineya Sultan Murad, Yekineya Suqur el Şamal, Yekineya El Hamza û Yekineya Şah Suleyman in.

Ligor Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan, çekdar gelek gazinan ji Tirkiye dikin û dixwazin vegerin Sûriye. Ligor çekdaran Tirkiye soz dabû wan, ku mûçeyek ji 2 hezar dolaran bide wan. Lê, ev yek tenê 1 mehê kiriye. Ew jî, gava destpêkê hatine Libya. Niha jiber negirtina sozên Tirkiye, dixwazin vegerin.

 

 

 

C.B