Tirkiye: Bi hezaran karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e

Li Stenbolê ji hezar zêdetir, li Enqereyê jî nêzîkî 150 karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê ji hezar zêdetir, li Enqereyê jî nêzîkî 150 karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e.

Serokê Yekîtiya Bizîşkên Tirkiyeyê Sînan Adiyaman da xuyakirin, hejmara pêketiyên endamên tendirustiyê digihê destê wan û li gor amarên dawî, tenê li Stenbolê, ji  hezar zêdetir karmendên tendirustiyê bi Korona ketin e. Li Îzmîrê 111 karmend û li Enqereyê jî nêzîkî 150 karmendên tendirustî bi Koronayê ketin e.

Adiyaman got, bawerî bi testên niha kêm e, pêwîstî bi dubarekirin û testên din jî heye u got, bergiriyên li Tirkiyeyê pir lawaz in û eger weha berdewam be, pêşiya belavbûna Koronayê naye girtin.

 

 

C.B