Dr. Mihemed Ehmed Berazî: Xweparastin û man a li malê baştirîn rê hemberî Covid -19 in
K-24 Navenda Nûçeyan
Vayrosa Korona bi awayek bilez xwe li tevayiya cîhanê belav kiriye. Hejmara qurbaniyan roj piştî rojê zêde dibe.
Dr. Mihemed Ehmed Berazî niştecîhê paytexta Kazaxistanê Alma Ata ji Kurdistan24re anî ziman, ku her sed sal carek Vayrosek bibandor derdikeve û xwe li cîhanê belav dike. Niha jî Covid -19 heye. Di demek zû de xwe li tevayiya dinyayê belav kir. Derdora 1,5 milyon mirovan bi nexweşiyê ketin e, lê kesên jiyana jidest didin gelek kêm in. Taybet jî, kesên bi temen û nexweşên kronîk in.
Liser peydakirina dermanek çareseriyê (Vacinê) ji bo Vayrosa Korona Dr. Mihemed Ehmed Berazî diyarkir, ku heta niha vacinek taybet nehatiye peyda kirin, lê hewl her berdewam in û hin dermanên din tên bikaranîn, ku bandora Vayrosa Korona lawaz dike. Herweha xweparastin a kesî jî rol a xwe ya taybet heye. Paqijî, spor û xwarinên ku laş bihêz dikin rêgiriyên herî baş li dijî Covid -19 in.
Dr. Mihemed Ehmed Berazî, pesnê Hukimeta herêma Kurdistanê da, ku di rêgiriyên Koroa de bilez tevgeriya û rênimayên pêwîst bicîh kirin.