Hereketa Azadî: Sekna Hukimeta Kurdistanê pîroz dikin

Hereketa Azadî, liser rûdan a girêdayî Mistefa Selîmî daxûyanniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Hereketa Azadî, liser rûdan a girêdayî Mistefa Selîmî daxûyanniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

BO XELKÊ WELATPARÊZ ÊN KURDISTANÊ 

Mistefa Selîmî ji bo xelkê Kurdistanê bi salan xebatên Kurdayetiyê dikir û ji ber vî sedemê 17 salan li zindana Seqizê dîl mabû. Piştî serîhildana girtîgehê digel 194 girtîyên sîyasî reviyan û piştî gelek astengî û zehmetîyê ji aliyê gundîyên Germek ku girêdayîyê bajarê Silêmanî ve hatin spartin. Piştî hatina Asayîşên YNK daxwaz ji wî kirin ku ji gund derkeve bo testên Veyrosa Koronayê û heger testên Koronayê negatîf derkeve yan jî dawîya karantînayê 14 rojan dîsan dikare tevlî refên rojhilatê cihê xwe bibe.

Hetanî nîvê şevê di avahîya asayîşê da ma û dûv re bi tirimbêlên Asayîşê YNK ber bi hidûda Bane ku girêdayîyê Rojhilatê Kurdistanê ve çûn û mixabin radestî Tîmên Taybet ya bi navê Baregeha Remezanî ya Hêzên Pasdaran kirin.

Li vî derê di encama a darizandineke formalîtî jê re sezayê sêdarekirin hate dayîn.

Ji ber ev bûyera rûreşîyê hewceye ku Hêzên Asayîşê YNK ji aliyê YNK ve bên sezakirin û heger têkîliya YNK hebe divê ji aliyê Hikumeta Kurdistanê ve bi awayekî giran bêne cezakirin.

Em naxwazin îxanet û cînayetên bi vî rengî dubare bibe, ji ber vî jî pêwîste welatparêzên Kurdistanê li dijî hevkarên dagirkeran bertek û nerazîbûnên xwe bi awayekî xurt nîşan bidin.

Em sekna Hikumeta Kurdistanê jî pîroz dikin ku li hemberê bûyerê bertekek Kurdistanî nîşan dan û ji ber ronîkirin û zelalkirina mijarê komisyonek ava kirin. Divê bihête zanîn ku em digel Hikumeta Kurdistanê ne. 

Em wek Hereketa Azadî buyerên bi vî rengî şermezar dikin û bang li Welatparêzên Kurdistanê dikin dengê xwe bilind bikin li dijî sîxurî û hevkarên dagirkeran.

11.04.2020 

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê AZADÎ