Tirkiye: Alozî di navbeyna desthilata navendî û yên herêmî de

Ji ber destpêkirina kempîna alîkariyê, derbarê şaredarên Stenbol û Enqereyê de lêpirsîn hate vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber destpêkirina kempîna alîkariyê, derbarê şaredarên Stenbol û Enqereyê de lêpirsîn hate vekirin.

Şaredarê Stenbolê yê CHPê Ekrem Îmamoglu da xuyakirin, ji ber destpêkirina kempîna alîkariyê, Wezareta Navxwe derbarî û wî û Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş de lêpirsîn vekiriye.

Îmamoglu got, ji ber belavbûna vayrosa koronayê, bo alîkarîkirina kesên hejar, di çarçoveya yasayê de dest bi kempînê kiribûn. Lê Wezareta Navxwe dest daniye ser hesabên wan yên li bankê û derbarî wan de jî lêpirsîn vekiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dabû xuyakirin, bê destûra parêzgaran, tu şaredarî nikare alîkarî kom bike. Piştî biryarê, Serokomarê Tirkiyeyê bi xwe destpêkirina kempîneke nû ragihandibû.

 

 

 

C.B