Li Hewlêrê 6 tûşbûyên Covid – 19, çareser bûn e

Hate ragihandin, ku li Hewlêrê 6 kes ên tûşbûyî Vayrosa Korona çareser bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin, ku li Hewlêrê 6 kes ên tûşbûyî Vayrosa Korona çareser bûn e.

Rêveberê Desteya Tendirustî ya Hewlêrê Dilovan Mihemed Fatih diyarkir, ku 6 kesên ku çareseriya Vayrosa Korona li Hewlêrê di dîtin, baş bûn e û bo malên xwe hatine şandin.

Bi vê yekê, hejmara başbûyên ji Vayrosa Korona li Hewlêrê gihişt 112 kesan.

Li aliyek din Wezareta Tendirustî ya herêma Kurdistanl ragihand, ku li Silêmaniyê 2 kes bi Vayrosa Korona ketin e.

Li tevayiya herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyan gihişt 337 kesa û hejmara çareserbûyan jî, gihişt 244 kesan. Bi egera Vayrosa Korona 4 kesan jî, jiyana xwe jidest da ye.

 

 

C.B