Dr. Yerlikaya: Metirsiya belavbûna Covid -19 li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek e
K24 – Navenda Nûçeyan
Birêvebirên Tirkiye diyar dikin, ku di têkoşîna li dijî Vayrosa Korona de gelek serkeftî ne û Covid -19 dikeve bin kontrolê de. Lê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) diyarkir, ku hejmarên ku Tirkiye destnîşan dike û rastî li hevûdu nakin. Tirkiye rewşa rasteqîn vedişêre.
Endamê Desteya Navendî ya Yekîtiya Bijişkên Tirkiye Dr. Halis Yerlikaya, ji K24 re destnîşankir, ku ligor nirxandinên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) herweha Yekîtiya wan amarên fermî tên ragihandin û rastî liser erdê ji hevûdu dûr in.
Dr. Yerlikaya anî ziman, ku testên têne kirin û pişkinînên ku ew li nexweşxaneyan dikin, nimûneya berçav in, ku sazûmanên fermî hebûna Covid -19 ligel gelek mirovan vedişêrin. Di testên tên kirin de hebûna Covid -19 negatif tê destnîşan kirin, lê di pişkinînên ew dikin de, hebûna Covid -10 xuya dike. Herweha ji derveyî bajarên mezin, ew jî piştî demek dirêj, test nehatin kirin û hebûna Vayrosa Korona li bajarên biçûktir ji xwe nayê zanîn.
Endamê Desteya Navendî ya Yekîtiya Bijişkên Tirkiye Dr. Halis Yerlikaya rewşa bakurê Kurdistanê metirsîdar binav kir, ku test li bakurê Kurdistanê nehatin kirin. Herweha rênimayên rêgiriya Covid -19 jî, li bakurê Kurdistanê nehatin pratik kirin. Jiber vê yekê, metirsiya belavbûna zêdetir a Vayrosa Korona li Tirkiye, taybet li bakurê Kurdistanê zêde ye.