Dîsa Krîz di pêwendiyên Fransa û Tirkiye de rû da

Pêşhatên dawî li Derya Naverast û Lîbyayê, di navbera Tirkiye û Fransayê de dibin sedemê krîzeke nû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşhatên dawî li Derya Naverast û Lîbyayê, di navbera Tirkiye û Fransayê de dibin sedemê krîzeke nû. Wezîrê Derve yê Fransayê Le Drian careke din destêwerdana Tirkiye bo Lîbya, şandina penaberan ber bi welatên Ewropa û helwestên hember NATO yên Tirkiyeyê rexne kirin û got, ev bi helwestên welatekî endam re naguncin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî, bersiveke tund da le Drian û got, Fransa di rûbirûbûna kornayê de, tengav bûye û ji ber vê êrişî Tirkiyeyê dike. Da zanîn, Fransa di mijarên Suriyê, Lîbya, NATO û penaberan de, dijî Tirkiyeyê helwest digre û dixwaze dorpêçan deyne.

Daxuyaniyên aliyan, piştî pêşhatên dawî yên li meydanên şerê Lîbyayê tên. Her çend Netewên Yekgirtî 22'ê Adarê banga agirbestê kir jî, Hêzên Hikûmeta Wîfaqê bi piştevaniya Tirkiyeyê, li heft eniyan êrişî hêzên Xelîfe Hefter kirin û bajarê Ferhûneyê kirin armanc. Li gor medya Tirkiyeyê, di operasyonê de firokeyên bêfirokevan yên Tirkiye derbên mezin li hêzên Hefter dixin û heta niha, bajarê Sebrata jî di navde karîne 8 deveran kontrol bikin. Medya Fransayê jî dibêje, piştevaniya Tirkiyeyê, bo hêzên Serac deriyên serkeftinê vekirine.

 mezi hikûmeta Sarrac kariye Trablusê baştir biparêze û êdî şer li dûrî Trablusê rû dide.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî careke din bal kişand ser binpêkirinen agirbestê û got, divê Netewên Yekgirtî dorpêçên derbarî Lîbyayê de bikar bîne ku tu welat nikaribe hêz û alavên serbazî bişîne Lîbyayê. Da zanîn, pirsgirêka Lîbyayê bi rêyên çekdarî çareser nabe.

Digel şerê meydanî, karesata mirovî jî rû dide. Buroya Hevkariya Lîbya ya Netewên Yekgirtî dide xuyakirin, di 4 mehên dawî de, 9 êriş, di saleke dawî de 23 êriş li binkeyên tendirustî hatiye kirin. Her weha ji ber êrişan li Trablusê qeyrana av û elektrîke rûdaye.

Tirkiye bi armanca piştevaniya hikûmeta Fayiz Serrac, hêz û alavên serbazî şandibûn Lîbyayê. Şandina Çekdarên dijbereya Sûriyê jî, di asta navnetewî de bibû sedemê nîqaşên mezin ku, Tirkiye bi destêwerdana krîza Lîbyayê tê tometbarkirin. 

 

 

 

C.B