Dr. Yaser Abbas: Sistema tendirustî ya Ewrûpa jiber belavbûna bilez a Covid -19 ket aloziyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Vayrosa Korona, ku ji Çînê belavî cîhanê bû û metirsiyek mezin di sistema tendirustî, aborî û civatî de jî peyda kir, niha navenda xwe kiriye Ewrûpa. Ewrûpa ku parzemîn a di teknolojiya, tendirustî û sistemê de ya herî serkeftî tê dîtin, beramberî Vayrosa Korona nekarî liber xwe bide û sistema wê ya tendirustî rastî aloziyên mezin hat.
Pisporê dermansaz Dr. Yaser Abbas ji Vienna ya Nemsa ji K24 re diyar kir, ku sistema tendirustiyê ya Ewrûpa liber belavbûna bilez a Covid -19 û neamadeyiya sistemê tendirustiyê beramber belavbûnek weha bilez nekarî liber xwe bide û ket nav aloziyên mezin.
Ligor Dr. Yaser Abbas vacin hemberî Covid -19 di demek ne –gelek dûr de dê were peyda kirin. Lê, heta ku bikeve bazar a giştî de, dive di destpêkê de were test kirin, ew yek dikare proseyek hinek zêdetir bajo.
Herweha Dr. Yaser Abbas kotrolkirina Covid -19 li herêma Kurdistanê, bi rênimayên gelek serkeftî yên Hukimeta Herêma Kurdistanê ve girê dide û spasiyan arasteyî nêzîkahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustî Dr. Saman Berzendî, tevayiya hukimeta Kurdistanê û hemû sazî, dezgehên navxweî û karmendên tendirustiyê dike.