Rewşa Korona li herêma Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberê desteya Tendirustî ya Hewlêrê Dilovan Mhemed ragihand, ku kesek din ji Vayrosa Korona çareser bû ye û hejmara kesên niha wekî pêketî li nexweşxaneyê sarêjiyê dibînin tenê 13 kes man e.
Dr. Dilovan Mhemed anî ziman, ku kseê çareser bûyî, testên dawî jî ligel hatin kirin, ku encamp negative bûn û ji bo mala xwe hate şandin. Bi vî awayî hejmara kesên li Hewlêrê ji Covid -19 çareser bûyî gihişte 156 kesan.
Herweha li Helebçe 2 tûşbûyî çareser bûn. Hejmara kesên sarêjiyê li Helebçe dibînin jî, tenê 2 kes man e.
Lê, li bajarê Dihokê di 24 demjimêrên borî de 2 kes tûşî Vayrosa Korona bûn e.
Li herêma Kurdistanê ji 340 tûşbûyan, 314 kes çareser bûn e, 4 kes jiyana xwe jidest dan e û 22 kes jî sarêjiyê dibîn in.
C.B