Hûner/Şano rêya herî xurt û ya bibandor li hember serdestan e

Berri Shemdin

Berri Shemdin ji Amedê ye, 2003an de dest bi şano/lîstikvanî kir di Şaredarîya Mezin a Amedê da, paşê çu Bilkent Ûniversitesi Muzik ve Sahne Sanatlari Fakultesi Oyunculuk xwend û berda. Paşê dest bi Ankara Universitesi DTCF Tiyatro AnaBilim Sanat Dali -Oyuculuk xwend û xelaskir. Di Şanoya Bajara Amedê da lîstikvanî kir, di Konservatuara Aram Tigran û Akademiya Cegerxwîn da dersên lîstikvanî û teorîya Şano da. Ji 2016an ve ye li England/Londonê da Lîstikvanî dike. Bi Derhêner Freny Pavri ra dixebite, û stend-up,çîrokbêjî bi zimanê kurdî dike. Mamostetîya Şano û dans û bi peykersazan ra li ser estolasyon asîstanî dike. Meraqa wê li ser hûner e…

Bandora şano û şanogeriyê di çand/huner de çi ye?

Her tişt bi hevgerek ra dest pê kir. Gerdun jî dur û dirêj behsa dîroka şano nekim. Lê vê yekê bêjim cîhê jîyan, mirov hebe afrînerî jî, hûner jî heye, helbet şano jî. Ger ez behsa cudabûna şanoyê ji hûnerên din bikim, helbet ev performansek zindî ye û karim bêjim,  hemû hûneran di xwe da dihewîne.

Mîna pîrîka sînemayê ye, kalika wêneyên li ser şikeftan e( wan rituelên ku dikirin, wana îja li ser duwarên şikeftê da resm kirin),

Di şanoyêk de dîmen henîn: mîna dîmenên sînemayê, sinema vê bi kamera nişandide, şano vê dîrek, bê cam dide nîşandin.

Di şano yê de her sehne, gestus, tevger bi wêneyek e, hûnera wêne jî bikartîne.

Dans jî, muzîk jî…

Ya herî girîng şano bi xwe wêje ye. Mecbur e, mîna tevgerên vî karî ji  alîyê gotînan da jî,  estetîk be. (Li ser formên klasik tenê nay gotin, ji bo metnên avangard jî)

Welhasil bi hezaran salanan e, ev hûner heye û ew dê hemû hûneran jî bi xwe ra bibe pêşerojê, ew dê hebe…

Şano/Şanogerî di parastin û pêşxistina proseyaneteweyî de (taybet wekî ya Kurd) heye/çi ye?

Min dema dest bi şanoyê kir, me hemû lîstikên xwe bi Kurdî fikr kir/weha pêşkeş kir, li ser telîs, bi arbane - me digot qey Kurdbûn tenê ev in. Helbet şanoya Kurd, bi telîs ne tenê gund û feqîrî be û bi tenê arbane jî, ne lawazîya mûzîka kurdî bu. Van/Ev sembol bûn. Ez wê çaxê, 16salî bûm, min ji xwe ra digot: ne ev e, lê nizanîbûm a baş kîjan e? Ya rast hîn jî nizanim, a baş û xweş kîjan e, lê karim bêjim, çi ne xweşik e, û ne baş e ji bo Şanoya Kurd. 

Dema min zanîngeh xelaskir û dîsa vegerîyam welatê xwe  Amedê, ew dem ez jî tê da, me Şano tenê bi zimanê Kurdî dikir. Ew dem jî min digot, şanoya Kurd bi Kurdî ye, lê hîn ne Şanoya Kurd e. Helbet çend xebatên tekstên biyanî, bi serkeftî adapte kirin ji bo çand û şanoya Kurd (Hamlet, Daweta Xunî) lê ew berhemên edebî ji xwe yê me nebûn. Ev bila şaş neyê fêmkirin, ez nabêjim berhemên dinyayê em neleyzin. Helbet hûner jî, hêst jî mesela însan, serdest-bindest jî, meselê hemû însanan e. Lê ger em behsa Şanoya Netewî bikîn, hewce ye berhem jî, kostûm jî, muzîk jî, tevger û gestusên qerekter/lîstikvan jî kurdewar be. An em dê bikevin xetereyên ku Şanoya Tirkan hîn jî dijîn (ev hîn jî di Şanoya Dewleta Tirk da heye) Berhemên biyanî tenê bi zimanê tirkî nabe Şanoya Netewa Tirk. Ziman tena serê xwe edebî ye, lê şano ne tenê wêje ye. Min lîstikên başur û Rojhilatê Kurdistan jî temaşe kir. Bi dilrehetî karim bêjim, şano ya ku rojhilatê Kurdistan tê kirin, em karin bêjin di Şanoya Kurd de, ji perçeyên din pêşketîye.

Şano/Şanogerî di çand a Kurdî de heye? Helkeftinên civatî, bi taybet di odeyên gundan/deveran de, wekî şano dikarin werin nirxandin? 

Helbet. Tezek Fransizî - liser tenê ji bo pirsa? “şano çî ye?” bû û nêzîkî hezar bersivan hebû û hemû jî rast bûn. Bi bersivên şanogeran bêjim; di cihek de lîstikvanek û temaşevanek hebe, ew şano ye. Heta ez dawetan jî, mîna şanoyan pênase dikim. Bûk û Zava, bi kostûmên xwe. Yên ji bo temaşê, bi temaşevanan ( mêvanên ku hatine dawetê) bi mîna bû ye rituel ; xwarin, zêr û pereyan li bûk û zava dikin, bi pasta jêkirin. Bi xwe şanoyek interaktif e…

Dengbêj jî, di malbatan da, çîrokbêjê malbatê jî.. Ev tev şanogerî ye.

Bandora qedexeya hemberî çanda Kurdî, taybet jî Şano/Şanogeriya Kurdî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, ger hûn ji me re binirxînin?

Li vir, em karin bêjin, ziman tena serê xwe be jî şûr a asimilasyon e. Helbet dagirker tenê dijminê bindest e û bi her awayê naxwazê ew bindest cudabûna gelê xwe û ya serdest bibîn e. Dagirker jî zanê, hûner ji bo netewan rêyek herî sivik e, ji hezar siloganan bi têsîrtir e. Ev erîşa şanoya Amedê jî, ji ber vê bû. Dixwazê hemû xweşîkîyên netewî, di hemû qadan da ji holê rake. Di her awayî de bindest be. Heta karim bêjim, ji bo şanoya bajarê Amedê, dema ez li wîr bûm ji zaroktîya min ve, li wê derê Şanoya Dewletê jî hebû, lê dem a ku Şanoya Şaredarîya Bajara Mezin şanoyên xwe bi zimanê Kurdî jî kir, roj bi roj temaşevanên ku diçûn Şanoya Dewletê lingên xwe ji şanoya Tirk birîn. Ev jî, ji bo polîtîka ya dagirker têkçûyînek bu, ji ber wê erîşa xwe bi her awayê li ser Amedê Kurdistanê kir û dike. Helbet ew nexwazê Kurd bê ser hemdê xwe, xwe xurt bike. Şano ji bo birçîbûna dil,rih,jan jî, av e û nan e. Dagirker bi fîzîkî jî Kurdan birçî dihêlê , bi qedexekirina hûner û wêje jî, ji alîyê hêst, rih birçî dihêlê. 

Hûn bi xwe, di xebata şanogeriyê de çalak bûn/çalak in. Nêzîkahiya raya giştî beramberî şanoyê hûn çawa dibînin?

Min di jor de jî got. Hûner/Şano ji bo netewan ji bo bindestan reya herî xurt û ya herî bi bandor li hemberê serdestan e. Ji alîyê hêst ve, ji xwe ji bo hemû însanan îhtîyacêk e. Şano ya Kurd, îro helbet ne mîna berê ye, roj biroj pêş dikevê û ew dê baştir û xweşiktir bibe. Bi gelemperî ez naxwazim neheqî gelê xwe ra bikim, ku bêjim qiymeta şano nizan in. Dema jîyanê te da pirsgirêkên hebûn, an neman bibe tu tennê dikevî bilîyê janê xwe. Bifikirin -  dijmin erîşê mala te dike, çi ji destê te tê dikî ji bo xwe parastin e. Ew dem “ha bise êvarê şanoyek hebû, biçim salonê listik temaşe bikim” nafikrî û nabêjî jî.

Cihnima şano be, ger însan tûne be, şano jî tûne, hûnerên din jî. Ger em bindestbin, em dê di her alî da jî nikaribin bi dilê xwe bijîn, hûnerê xwe bikin. Helbet Kurd israr dikin, di nav vê rewşê xirab da jî, li berxwe bidin. Li gor derfetên xwe, hûnera xwe çêdikin, ev jî minaka berxwedêrî ya herî xweş e.

Nebûna dewlet a Kurdistanê –liser rewşa şano/şanogeriya Kurdî xwedî çi bandor e?

Platon-Dewlet ê de, dema behsa şanoger-hûnermendan dike dibêjê, (bi zimanê xwe qal dikim) dîn in, lê li ser gel bi bandor in û piştre rê nîşanê dewletê dide dibêje; ger hûn vana bin sazîyê dewletê bi kontrol bikarbînin ew dê gellek xêr a van ji dewletê ra bibe. Ez dibêjim herhal bingeha Şanoya Dewlet jî, li ser gotinên wî kete pratîkê. Ez bi gelemperî mesela Şanoyê da “Şanoya Dewlet“ mîna a Tirkîyê naparêzim, lê şanoya dewlet Sembolik jî be, mîna îro National Theatre a îngîlîzan ji bo netewan hêstên netewî , hûnera wî netewê pêwîst e. Minakek ji bo Şanoya Dewlet bidim - ji alîyê erenî da. Ger Şanoya Elizabeht nebû ya Shakespeare jî tûne bû, Shakespeare tûnebûna Şanoya Îngîlîzan dibe, ku ewqas xurt û navdar nebûn a. Îro Şanogerên National Theatre ne memurên dewleta Îngîlîzan e. Serbixwe ne û li gor projeyan, ji bo vî netewê tên dixwebitin. Dewletek demokratîk be, gelê xwe biparêze, ew Şanoya Dewlet ne ji bo xurtbûna hûkûmatan be, ji bo pêşxistina wî netewê be helbet mûmkûne jî. Dema em Kurd dewlet an hûnera netewî dibêjin, tenê Dewleta Tirk, Erep, Farisan difikrî û dema xîçê derfet dikevê destê me, em eynî xetayên wan dewletan dikin. Dinyayê da Şanoya Italyanan, Almanan, Îngîlîzan, Çîn.. heye, van ne tennê ji bo gelê xwe, ji ber ji netewên xwe derketine rê şanoyê da jî pêşengtî ya Şanoya Cîhanê kirin e demek. 

Hûner Amedê (dema hilbijartina şaredayên bajêran, û mîna sempozyuman gel gohdardikirin, pêşnîyarên hûnermendan digirtin) da min axaftinek kiribu li ser berhemên hûnerî ya Amedê. Dîsa dibêjim, bi çi şeklî be, rêvebitîya we dixwazin dewlet dixwazin otonom (lê dewlet bî rêvebirîyê da jî, nahêlî dewletek din mudahalê biryarên te yên hûnerî bibe) ger pêykerek we di  kuçeyek da avakir, hewceye fikrê ew ên ku wî cîhê da dijîn jî, bigrî. Ger komek hûnermendên xweser bê avakirin, bi dewletê/şaredarî/an komîteya qolanan ra dixebite, lê biryarên xweser û bi wî gelê dide hebe, ew dem dewletê we jî, gelê we jî ewê xurttir be. Ev ne zirarê dewletê ye bi eqs ewê ji bo hebuna wî gelê be. Hûnermend jî, bi xweserî ya hûnerê xwe xurttir bike. Yanê sazîyek awa vebe û her derhinerê Kurd û şanogerên Kurd ra vekirîbe, ne şanoger, derhêner, li nava wî sazî da ne xwedîyê textek be, tenê ji bo projeyek bê karê xwe bike û biçe ewê him ji memurtî xilas bibin, him jî iktidaran ava nekin û him jî ewê wê dik/sehnê da her koma şanoyan bê û biçe, gel jî komên şano jî ewê xwe xurtir bikin.

Bi taybetî medya Kurdî, di aktuelkirina hunerêşano/şanogerî de dikare rolek bilîze û bi çi awayî?

Medya amura herî xurt e ji bo komînîkasyonê. Ew nebe, ji xwe haya me wê ji tu tiştî tûne be , hûnerê jî. Di dinyayê da li kîjan ajansê nûçeyan mêze bikî ,teqez ji hûnerê ra cîh dide. Ên me jî, didin lê rojev her roj mîna agir e, helbet nuçegîhan jî, bala xwe didin agir. Lê nabêjin, ka bisekin, li vir hûnermendek Kurd qurtek av dide. Ez vê bêjim, ên tî ne bila biçin vexwin. Hal û mesela me ev e. Helbet ji berê çêtir e, bi taybetî van demên, ku medyaya sosyal pir tê bikaranîn haya me ji  pir tiştan dibe. Li ser TV yan çi bêjim ewê derew be, ji ber ku ez TV temaşe nakim, ji ber wê tiştên ku ez dibêjim, li ser internet û medyaya civakî ye şaş neym fêmkirin

Lawaziyên Şanogeriya Kurdî di asta profesyonel çi ne?

Dinya profesyonelan ra dibêjin, ên ku perwerde zanîngehan girtin e, ên ku negirtin e ra jî, dibêjin amator. Profesyonel dema zanîngeh biqedîn in, amator jî ,deh sal li ser dikê be dibêje ,ez timam im. Nizam lê ez karim ev mînak bidim. Romannivîs, helbestvanên herî navdar dema lîstika şano binivîsin, karê xwe da xurtbûna xwe nîşandidin. Yanê ev berhema şano ne hedê her kesî ye, qadek zehmet e. Helbet her kes karê binivîse. Lê çawa ku bi deh pirtukan nabî helbestvan, helbestvan henin hebê yek pîrtuk derxistin e û cîhê herî bi qîmet da runiştine dilê me da. Yanê kedên wan û afrînerî yên wan, ne bi hijmara berheman e tenê. Şanogerî ne tennê teqlîd e, ha ew jîrbûnî ye, lê ka afrînerî?

Çawa wênesazek bi boyax û tuval hûnera xwe çêdike, em lîstikvan jî amûrên xwe yanê dengê xwe, laşê xwe, hêstên xwe, hişên xwe qarekterê diaxifînî û neqşa xwe ya pêçî, li ser karê xwe dixî.  Kîjan heman qerekterê jî bileyzê, kî amûrên xwe şîroveyên xwe baş û xweş biafrîne, ew karê xwe da serkeftî dibe. Îja ev karêk awayê, ku tu çi bikî jî kêm î, tu zanî bi her awayê bi xebat tu yê pêştir biçî. Welhasilê kelam mînakek dibe, ku ji min ra jî alîkar be. Zarokên ku lîstik dileyzin dema dê û bavê xwe dibîn in, zanin tên temaşekirin, lê mîna ku nizanin dileyzin. Bav û dê jî,  dibêje zarokên me mîna lîstikvanan in. An zarokek wêneyêk çêdike gellek afrîner e, zîreke, lê nabe hûnermend. Her hal ez karim bêjim, lîstikvan bi laşê mîna êzing, dengê ku nikarê bikarbînê, mejî û hêstên xaf , haya wê/î ji xwe ji dinyayê, ji mîmarî yê, ji dîrokê, ji wênê.. Tunne be bê meraq be, xwe timam bibîne na be. Nizanim profesyonelî  ev e, an ne ev e, lê bi rastî dizanim, ku lîstikvanî karêk ne rehet e

Xebatên we yên şano/şanogeriyê niha li derveyîwelat di çi astê de ne?

Bi kurtasî bêjim, bi komek biyanî ra bi zimanê îngîlîzî lîstikvanî dikim û xebata xwe ya xweser bi kurdî Stand-Up, Çîrokbêjî dikim. Di nava jurîya Festîvala Film ya Londênê da me û asîstanî bi hûnermendên multidisipliner dikim. Pişt korona , ger sax bimîn im, ez dê dîsa berdewam bikim..

Pêşniyarên we ji bo pêşxistina rewşa şanogeriyêliser xaka niştimanî ne?

Bila mîna aqil didim, xuya nekim heşa, lê hetta lîstikvanek, şanogerek , hûnermendek nêzî xwe aslê xwe nebe nikarê berhemên xweser derxe holê. Em bindest in û bandorên serdestên me bi her awayî li ser me ma ye. Ez encax ferqkirina bindestî û kolonyalîzm derkeve holê û paşê jî,  şerêkî dijwar ji bo xilaskirina xwe, Kurdbûna xwe . Hetta em vana ferq nekin, ne ew dê xêra me ji me ra,  ne ji netewê me ra, ne jî karê hûnerê ra hebe. Hetta em rengê xwe (kurdbûn) ferq nekin, em dê nikaribin biafrînin jî. Ew afrînerîyê me tev, ew dê bibe kopya serdestên me. Netewbûyin ne tennê ji bo dewletbûyînê pêwîst e, netewbûyîn ji bo parastina ew rengê we, çand û netewa me pêwîst e. Netewperwerî ya bindestan, seknek şoreşgerî ye, li hemberê serdestan, asîmîlasyonan.