Çi bi rêkeftinên S-400an ên Enqere-Moskow hat/tê?

Di 20ê Nîsanê de Ajansa Reuters nûçeyek weşand, ku kirîna 2 sistemên mûşekî yên S-400an ji alî Tirkiye heta demek nediyar hatiye paşxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 20ê Nîsanê de Ajansa Reuters nûçeyek weşand, ku kirîna 2 sistemên mûşekî yên S-400an ji alî Tirkiye heta demek nediyar hatiye paşxistin. Ligor jêdera nûçeya Reuters egera vê yekê, belavbûna nexweşiya Vayrosa Korona û herweha hin pirsgîrekên teknîkî bûn e.

Lê, ligor hin çavkaniyên din egera vê paşxistinê nikare pirsgîrekên teknîkî û rewşa Covid -19 be. Gava Covid -19 tu bandore li birêvebirina şerên li Libyayê û Sûriye nake, sistemên serbazî di rewşn din de tên bikaranîn, egera paşxistina kirîna S400an dibe hin mijarên din bin.

Ligor pisporan ew jî, girêdayî guherîna siyaseta Tirkiye li Libya û Sûriye ve dikare were girêdan. Li her du welatan jî, pisgirek di sekna Moskow û Enqere de heye. Herweha nêzîkahiyek zêdetir bo Amerika tê nîşandan. Belavbûna nexweşiya vayrosa Korona jî, ew rpose bileztir kiriye.

Ligor heman pisporan, eger heye, ku Enqere qet S400an aktîv neke.

 

 

 

C.B