HAK-PAR: Em êrişa teroristî ya Efrînê bi tûndî şermezar dikin

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) liser êrîşa li Efrînê, ku bû egera kuştina zêdetirî 50 kesan, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) liser êrîşa li Efrînê, ku bû egera kuştina zêdetirî 50 kesan, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

Mixabin ku li Rojavayê Kurdistanê, do li Efrînê êrişake teroristî pêk hat. Kamyoneke bi barê bombeyan di nav bajêr, cîyekî ku her tim bi mirovan va tijî ye de hate teqandin û di encam da 53 kes ku, çendek ji wan zarokin, hatin kuştin û nêzikî 170 kesan jî birîndar hene, birînên hinekan jî xedar in.
Ev rûdan raste rast xiyanetkirina mirovatîyê ye!
Hetanî niha, tu hêzek yan rêxistinekê va rûdana hilnegirtîye ser xwe. Lê, li gor daxûyanîyên pisporan dîyar e, ku ev kar wekî karê YPG’ê xûya dike. Lewra kesê ku wek fail hatîye raçav kirin,  xwe wek alîgirê YPG daye nasîn.
Ya balkêş ew e, ku berî hemû kesan fermandarê HSD (Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê) Mezlum Ebdî (Kobanî) va rûdana şermezar kirîye. Ev yek manidar e. Fermanderê Giştî yê HSD di daxûyanîyê de, vî karî davêje ser hêzên dewleta Turk. Her wiha çapemenîya Turk jî YPG sucdar dike. Xûlese va çîroka kevin careke din dest pê kirîye, ku gelê Kurd nasîyarê van çîrokan e.
Her kê, yan kîjan rêxistinê, bi çî armancê ve, va karê terorîstî kiribe, bi mirovatîyê re xiyaneteke mezin kiriye. Lewra teror tawaneke mirovatîyê ye. Sedem vê yekê, her kî ku navê “mirov” li ser be, divê vî karê kirêt tifubaran û naletbaran bike.
Em jî wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR’ê vê rûdana reş û qirêj bi tundî şermezar dikin û handerên vî karî wek dijminê miletê Kurd îlan dikin.
Terorizm  û şedadî, ne rê û şewazek çareserkirin û çarelêkirinê ye. Teror, karekî nebixêr e. Milletê Kurd êdî divê yar û neyarên xwe ji hev cüda bike. Kar û çalakîyên terorîstî her tim xesara herî mezin daye doza rewa ya Miletê Kurd.
Doza Kurd û Kurdistanê dozeke paqij û rewa û pîroz e. Miletê Kurd divê rê nede, ku ev doz were qirêj kirin.
HAK-PAR careke din terorê bi dil û can riswa û şermezar dike. Bila serê malbat û hezkirî û dost û hevalên şehîdên Efrînê sax be. Em Ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin. Bila serê Miletê Kurd sax be.

Nivîsîngeha Rageyandin û Çapemenîyê a Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR