PSK: 1ê Gulan Roja Yêkitî û Hevkariya Navnetewî a Karkeran Pîroz be

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi egera roja karker û kedkarên cîhanê, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi egera roja karker û kedkarên cîhanê, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

Îsal ji her salê pirtir pêwîstiya me bo giyanê 1ê Gulan, ku yêkitî û tekoşan e, heye.

Ji ber şewbêya Corona mirovayetî ketiye tengasiyê.

Sazumana tenduristiya cihanê ji ber sewbêya Corona xitimiye û çalakiyên aborî nemaye. Îro bi mîlyonan dikan û kargeh hatine daxistin û bi mîlyonan karker bê kar mane. Ger rewş bi vî awayî here pêşê, li dinyayê bi mîlyonan kes wê canê xwe ji dest bidin û aboriya cihanê wê gelek xiraptir bibe.

 Di rewşeka usa da pêwîstiya me bi giyanê 1ê Gulanê, giyanê yekîtî û piştgiriyê ye. Mirovayetî bi tenê bi giyanê 1ê Gulanê ve dikare ji rojên teng û reş xilas be û bigihije ronahiyê.

Bandora Corona li Tirkiyê û Kurdistanê jî giran e.  Li Tirkiyê û Kurdistanê zirar û hesarata mirovî û aboriyê a Covîd 19 gihîştiye asta bilind. Halwesta hikumeta a ne şeffaf û ne micîd bûyê sedema vê yêkê, ku Covîd 19 bi berfirehî belav bibe. Ligel vê qedexa kirina derketin ji malê jî bûye sedema kêşeyên mirovî û aboriyê. Ji bona, ku pêşiya şewbeyê bê girtinê, pêwîstî bi bernameyekê rêk û pêk yên aborî, civakî û derunî heye.

Îro şewbê pirtir ji kêşêyên tendurîstî, bûye sedema kêşeyên aborî û civakiyê. Ji ber qedexa kirina ji mal derketinê, bi sedanhêzar kargeh û dikan hatine daxistin û bi mîlyonan kes bê kar mane. Kesên, ku debara xwe bi heqdestiyê rojane dikirin, ji bona ku nikarin ji mal derkevin, îro nikarin nanek peyda bikin. Bi sedhezaran kes beşdarê leşkerê bêkaran bûne.

Kêşeyên hanê, ku roj bi roj kurtir dibin, bi rêkarên lawekî ve nayêne çareser kirinê. Pêwîst e dewlet gavên micîd û radikal bavêje. Berê her tiştê, dewlet divê alikariya bêkar û kêmdahatan bike, daku debara mala xwe bikin.  Divê deynê dikandar û kargehên piçûk werin paşxistin û bona ku li ser piyan biminin, divê alikarî li wan were kirinê. Her usa sazumana tundurîstiye ji nu ve were rêkxistinê daku bikare xizmet bo hemu çîn û beşên civakiyê pêşkeş bike.

Îro wekî civat, wekî millet rû bi rûyê ezmuneka dîrokî ne. Bona, ku kêşeyên tendurîstî, civatî û aboriyê çareser bikin, pêwîstiya me bi yekitî û hevkariya netewî, ango Peyama 1ê Gulanê heye. 

Divê bizanin ku, kêşeyê nas û dost,  kêşeyê cîran û hevwelatî, kêşeyê me ye. Divê bi hevra rêka çareseriyê bigerin û heryek ji me bi gor karin û şiyanê xwe beşdarê pêvajoya çareseriyê bibin. Bona vê yêkê jî li her derê bi partiyên siyasî, saziyên sîvîl, jorên pişeyî û îdareyên navçeyî ve tora hevkariyê ava bikin û bi giyanekî amadebaşiyê tevbigerin.

Yêkîtî û hevkariya me ya îro wê bibe alikariyek xurt ji bona pêşketina  bîrdoz û giyanê netewî.

Rast e îsal bona 1ê Gulanê nikarin derkevin kolanan, lê belê hevkarî û yêkitiya me di hemu warên civakê da şiweyekê pîroz kirinê ye û her usa beşek e ji peyamên navneteweyiya 1ê Gulanê ye.

 Çu pirsgirêk nine, ku bi giyanê yekitî û hevkariya neteweyî ve çareser nebin.

Bijî 1ê Gulan!

Biji Xebata Me a Wekhevî, Piştgiriyê

Bijî Kurdistana Azad û Demokrat.

1 Gulan 2020

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan