Dr. Iqbal Hesen: Di demek 1 salî de, dermanê vacinê hemberî Korona dikare peyda bibe

Pisporê Nexweşiyên Hinavê Dr. Iqbal Hesen ji Munster a Almanya ji K24 re anî ziman, ku: “Niha Vayrosa Korona hîn jî, di pêla xwe ya yekem de ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Vayrosa Korona çendîn meh in bandora xwe li tevayiya cîhanê kiriye, sistemên tendirustiyê têk biriye. Welatên Ewrûpa û Amerika, ku xwedî sistemên pêşkeftî yên tendirustî ne, lê nekrîn li pêş bandora belavbûna Vayrosa Korona rawest in.

Pisporê Nexweşiyên Hinavê Dr. Iqbal Hesen ji Munster a Almanya ji K24 re anî ziman, ku: “Niha Vayrosa Korona hîn jî, di pêla xwe ya yekem de ye. Ji nexweşiyên Vayrosan ên berê jî, em dizanin ku niha em di nav pêla yekem de ne. Hejmar kêm nabin, lê sistem xwe niha baştir xwe li hemberî Korona digre”.

Ligor Dr. Iqbal Hesen, hejmara mirinên Vayrosên berî yên Covid -19 zêdetir bûn. Gava berî çendîn salan influensa derketî hejmara mirinên wê zêdetir bûn. Lê, belavbûna Covid -19 ji yên berî xwe gelek zêdetir e.

Pisporê Nexweşiyên Hinavê Dr. Iqbal Hesen herweha destnîşankir: “Korona zêde belav bû ye û rawestandina wê jî zehmettir dibe. Hemberî wê dermanên tên bikaranîn kargeriya xwe hene û di rewşa vaccine de jî, pêşkeftinek heye. Dibe, ku di demek 1 salê de vaccine peyda bibe”.