“Tirkiye ji bo nêzîkî Amerîka bibe, S-400 karîger nake”

Li Tirkiyê Biryar hate dayîn ku mûşekên S-400 ji ber veyrosa koronayê karîger neke.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Biryar hate dayîn ku mûşekên S-400 yên ku di Tîrmeha 2019an de ji Rûsyayê bo Tirkiyê hatine şandin û di navbera Amerîka û Tirkiyê de bûne sedema rageşiyeke mezin ji ber veyrosa koronayê karîger neke. Li gorî hin pisporên Tirkiyê bi vê biryarê Tirkiye dixwaze li Sûriyê careke din nêzîkê Amerîka bibe. Lêhin pispor jî dibêjin armanc ew e ku ji Amerîkayê piştevaniya aborî bê vergirtin.

Tirkiyê bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, karîgerkirina sîstema bergirîya mûşekên S-400 ya ku ji Rûsyayê hatibû standin paş dixe. Peyvdarê serokatîya Tirkiyê Îbrahîm Kalin 30ê Nîsanê di civîna ku nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û Balyozê Amerîkayê Davîd Satterfaîld jî beşdar bûn a li gel NATOyê de eşkera kir, ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, pilana karîgerkirina sîstema S-400 rawestandine.

Li gel veyrosa koronayê ev mijar jî di rojeva pisporên Tirkiyê de ye. Li gorî pisporê ewlehiya Tirkiyê Gûray Alpar Tirkiye piştî veyrosa koronayê dixwaze di qada Sûriyê de rêyeke din bide pêşiya xwe û niha bingeha vê yekê ava dike loma Ev daxuyanî hatiye dayîn.

Pisporê Ewlahiyê Dr.Gûray Alpar ji K24ê re wiha axivî: “Tirkiye careke din dixwaze bi Amerîkayê re tev bigere. Di mijara Idlibê de bi Rûsyayê re li hev nake û di civîna Îrahîm Kalin başder bûyî de James Jeffrey ragihand ku rêkeftina wan ya bi HSDê re tenê ji bo têkoşîna dij DAIŞê heye. Ji ber vê çendê Tirkiye li Sûriyê dixwaze piştî veyrosa koronayê careke din berê xwe bide Amerîkayê. Heta ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê Enqere zêdetir dixwaze bi Washîngtonê re hereket bike.”

Pisporê pêwendiyên navdewletî Haydar Çakmak jî ku bale dikşîne ser naveroka hevdîtina ku Îbrahîm Kalin beşdarbûye dibêje armanca daxuyaniya Kalin ya sereke ew e ku di warê aborî de alikariya Amerîkayê verbigre. Lê belê kêşeyên navbera aliyan de zêde ne.

Prof. Dr. Haydar Çakmak dibêje: “Kêşeyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bi daxuyaniyekê çareser nabin. Taybetî jî mijara mûşekên S 400 kêşeyeke mezine li pêşiya Enqere û Washîngtonê. Lê belê bi daxuyaniya Îbrahîm Kalin Tirkiye dixwaze ku di warê aborî de piştevaniya Amerîkayê bistîne. Ji ber ku balyozê Amerîkayê yê Enqerê Davîd satterfaîld ragihand ku Tirkiye bi banqeya navendî ya Amerîkayê re di nava pêwendiyan de ye.”

Herwiha serokomarê Tirkiyê Erdogan jî di 1ê Gulanê de bi seroka lijneya Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî. Pispor amaje pê dikin ku Tirkiye aliyekê bi veyrosa koronayê re mijûl dibe aliyekê jî bi Amerîka û welatên Ewropayê re bingeha pêwendiyên nû dide avakirin û piştî veyrosa koronayê li seranserê cîhanê bidawî dibe hevsengiyên navdewletî yên dîplomatîk dê hemû bigûherin.