Hemo: Alozî û nakokî dinav desthilata Şamê de rûdan e

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye Ebdulbaset Hemo ji K24 re diyarkir, ku: “Serokê Sûriye paşxistina hilbijartinên Parlementoya Sûriye ne bi egera belavbûna Covid -19, li jiber ku alozî û nakokiyên dinav desthilatê de rûdan e, ev ferman da ye...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Liser fermana Serokê Sûriye Beşar Esed, hilbijartinên Parlementoya Sûriye bo cara duyem hatin paşxistin. Egera vê yekê, belavbûna Vayrosa Korona hate nîşandan. Lê, gelek pîspor di wê baweriyê de ne, ku alozî û pirsgirk di desthilata Sûriye de rûdan e û egera paşxistinê ev e.

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye Ebdulbaset Hemo ji K24 re diyarkir, ku: “Serokê Sûriye paşxistina hilbijartinên Parlementoya Sûriye ne bi egera belavbûna Covid -19, li jiber ku alozî û nakokiyên dinav desthilatê de rûdan e, ev ferman da ye. Armanca Esed ew e, ku ji bo ku bikaribe van aloziyan berteref bike, dem û wext ji xwe re peyda bike. Rewşa Esed bi xwe rewşek xerab û ne baş e. Bi taybetî di çarçoveya aborî de, nakokiyên ligel mirovên xwe û rol a Îranê dinav Rejîma Sûriye û çendîn pirsgirekên din ên çarenûssaz. Ji xwe hilbijartina Parlemenoyê bi xwe şanoyek e, lê armanc jê mijarên din ên giring bi pêşeroja system û rejîmê û Esed bi xwe ve girêdayî ne”.

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye destnîşankir, ku: “Pêşeroja Esed ne zelal e. Di pişt kulîsan di navbeyna di destê yekem de Amerika û Rûsya de lihevhatinek çêdibe. Tirkiye jî, di vê lihêvhatinê de heye, armanc ew e, ku Îranê ji Sûriye dûr bixin. Di ware aborî de pirsgirekên mezin hene û aborî ber bi xerabûnek mezin ve diçe. Ev yek weha dike, ku navendên cuda ketin e nav nakokiyan de”.

Ligor Ebdulbaset Hemo, Moskow û Waşington lihevhatinek pêkanîn e. Dibe, ku dinav nêzîkahiya wan de hin poirsgirekên hurgilî hebin, lê her du welat liser Sûriye dinav lihevhatinê e ne”…