Muslim: Tu rêkeftin di navbeyna ENKS û PYD de nehatine îmze kirin

Muslim da xuyakirin, niha hevdîtinên aliyan rawestiyan e û hêvî dikin ku di demên pêş de berdewam bikin û da zanîn, di navbera aliyan de tu rêkeftin nehatiye îmzekirin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê di navbera PYD û ENKS de, bi armanca yekrêziya aliyên Kurd civîn hatin kirin, lê heta niha rêkeftin nîn e.

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya PYDê Salih Muslim da xuyakirin, bi armanca yekrêziya aliyên kurd li Rojavayê Kurdistanê, di navbera PYD û ENSK de hevdîtin hatine kirin.

Da zanîn, di hevdîtinan de kêşeyên navbera PYD û ENKS hatine gotubêjkirin û got, ji bo yekrêzî ne tenê PYD, pêwîstî heye bi hemû aliyan re hevdîtin were kirin.

Muslim da xuyakirin, niha hevdîtinên aliyan rawestiyan e û hêvî dikin ku di demên pêş de berdewam bikin û da zanîn, di navbera aliyan de tu rêkeftin nehatiye îmzekirin.

 

 

 

C.B