Şanda danûstandkar a herêma Kurdistanê daxuyanî liser civînên xwe ragihand

Di daxuyaniyekê de, şanda danûstandkar a Hikûmeta herêma Kurdistanê naveroka civînên digel aliyên li Bexdayê eşkere kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, şanda danûstandkar a Hikûmeta herêma Kurdistanê naveroka civînên digel aliyên li Bexdayê eşkere kir.

Di dem a du hefteyên borî de, şand a danûstandkar a Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi mebesta danûstandin û çareserkirina pirsa şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê, çendîn civîn digel Hikûmeta Iraqê, alî û partiyên siyasî û hejmarek parlamenteran li Bexdayê encam da.

Ji bo vê mebestê jî, 2 komîte - yên darayî û petrolê, di navbeyna her dû aliyan de - Hikûmeta federal û Hikûmeta herêmê de hatin pêkanîn. Wekî tîmek hevbeş, kar liser diyarîkirina alozî û dariştina mekanîzmeyek guncaw û yasayî, ji bo çareserkirina wan, kar dikin.

Civîn erênî bûn û xalên nakok ên di navbeyna Herêm û Iraqê de hatin diyarî kirin û tîmên hevbeş, çendîn pêşniyar amade kirin û gengeşe kirin, da ku bibin binema ya karkirina bi hev re, heta gihiştin bi rêkeftina temam a digel hikûmeta nû ya Iraqê.

Hikûmeta herêma Kurdistanê, pabendbûna xwe liser pirsa petrolê yên herêmê, bi mebesta gihiştin bi rêkeftinê, nîşan da ye. Herweha şand a danûstandkar, bergirî liser şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî pirsa mûçeyê. 

Encamên civînan, liser pirsa şayisteyên darayî yên herêmê û pirsa petrolê, arasteyî Hikûmeta nû ya Iraqê hatine kirin û danûstandin, di siberojê de berdewam dibin, heta gihiştin bi çareseriyek guncaw.

Eşkere ye, ew budceya ku ji Hikûmeta Federal dihat Herêmê li sala 2019an û li 3 mehên yekem ên 2020an nîvê wê budceyê dike, ku Hikûmeta Herêmê dide mûçexûrên xwe. Jiber wê yekê jî, berevanî liser xerckirina hemû şayisteyên darayî, hat kirin.

 

 

 

C.B