Egîd: Bandora Tirkiye ya vekirî liser hin aliyên Opozisyonê heye

Endamê desteya bilind a danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ji K24 re anî ziman, ku: “Di rastiyê de rewşa Sûriye, çareseriya rewşa Sûriye ne tenê di destê Sûriyeyiyan de ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozisyona Sûriye ji bo destnîşankirina rêveberên xwe, organên xwe dê hilbijartina xwe lidar bixe. Di vê çarçoveyê de nêzîkahiya aliyê Kurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) liser rewşa Opozisyonê, sekna ENKS, organên Opozisyonê, nêzîkahiya Opozisyonê liser rastiya rojavayê Kurdistanê xwedî giringiyek taybet e.

Endamê desteya bilind a danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ji K24 re anî ziman, ku: “Di rastiyê de rewşa Sûriye, çareseriya rewşa Sûriye ne tenê di destê Sûriyeyiyan de ye. Rastiyek heye, ku alî hene, dixwazin bandora wan liser erdê hebe – çi liser rejîmê, çi liser Opozisyonê. Herweha biryara Civata Navneteweyî ya liser Krîza Sûriye heye. Biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya liser çareseriya Krîza Sûriye. Herweha biryara 2118, ku biryara Hêzên Navdewletî ne. Nexşerêyek ji bo çareseriya Krîza Sûriye re danîn e.Di wê çarçoveyê de, dîtina ku dibêje: tu alî destwerdanê di karên navxweyî yên Opozisyonê de nake, destwerdan nîn e. Rastiya çarçoveya pirsê, ji xwe diyardeyek e, ku ne weha ye. Platformek navneteweyî heye, ku ji Erebistana Siûdî xwest, ku alîkarî û piştgiriyê bide, jib o pêkanîna şiklgirtina organên Opozisyona Sûriye.Ûrdin jî hate spartin, ku wan aliyan eşkere bike, ku aliyên tundrew in û cîhê wan di nav Opozisyonê de heye. Jiber vê yekê, dive bê qebûl kirin, ku hin kar bi van welatan hatine spartin. Ligor baweriya min, nakokiyek ku tê pêş ew tê destnîşankirin, ku hin ji destê danûstandinan ku di civîa Riyad de hatî hilbijartinan bû û nakokî jî dinav grûbên cuda cuda de dinav Opozisyonê de hene”.

He was Egîd destnîşankir, ku: “Tirkiye bandorek xwe ya eşkere liser hin grûbên çekdar û ne-çekdar jî yên dinav Opozisyona Sûriye de heye. Tirkiye ew hêz a ku wan diparêze ye. Tirkiye bi awayek vekirî liser wan xwedî bandor e”.

Ligor Hewas Egîd, ger ENKS dinav Opozisyona Sûriye de nemîn e, ev yek dikare bandorek neyênî li nasnameya Opozisyonê ya nûneratiyê jî bike.