PSK: Yêkrêzî û berjewendiya gel li ser hemu tişt e

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, liser danûstandinên yekhelwestiyê li rojavayê Kurdistanê, bi daxuyanekê piştgiriya xwe anî ziman. Kopyeyek jê gihand K24...

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, liser danûstandinên yekhelwestiyê li rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe anî ziman. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye.

Deng û bahsên, ku ji Kurdistana Rojava tên, bê guman dilê hemu Kurdên dilsoj xweş dike.

Bi navbeynkariya Herêma Kurdistan, Dewleta Emerîkayê Yekbûyî û Frensa, ENKS û PYD dest bi giftugoya pêkanina yêkitî û hevkariyê kirine û gihiştine hinek encaman jî.

Dilê me jî wekî dilê hemu Kurdên dilsoz bi vê yêkê ra xweş e.

Ji ber ku her hewlek, her gavek jbona ava kirina yêkitiya hêzên Kurd were avêtinê,  di berjewendiya gelê Kurd da ye û xizmeta doza Kurd dike.

Rewş li Suriyê diguhure. Şerê vekaletê  hêdî hêdî sar dibe, giftugo, diyalog û hewlên çareseriya siyasî ber bi pêş diçin.

Duweroja Suriyê, destur û destnişan sîstema wê welatê ketiye rojeva navçe û navnetewî.

Ji bona, ku Kurd di mêzê giftugoyê da bi xurtî ciyê xwe bigre, bona ku Kurd bi hêztir beşdarê proseya amade kirina destur û destnişan kirina sistema îdariya Suriyê be, divê yekhalwest be û yêkitî û hevkariya xwe pêk bine.

Ji bona vê yêkê em carekî dinê banga ENKS û PYD dikin, ku berjewendiya gel û welatê li pêş hemu tiştan bigrin û nehêlin pêvajoya giftugoya hanê,  bi destê xêrnexwazên Kurd ve têkbiçe.

Em banga PYD û ENKS dikin ku, rê li ber aliyên din yên Kurdistana Rojava xweş bikin, daku ew jî beşdarê giftugoya hanê bibin û bibine beşek ji hevkarî û yêkitiyê.

Yêkitî û hevkariya berfireh a hêzên welatparêzên Kurdistana Rojava, ne tenê zaminê serketina tevgerê welatparêziyê ye, her usa dilê hemû niştimanperwerên Kurd xweştir dike.

Em carekî dinê daxwaz ji hemu hêzên welatparêzên Kurdistana Rojava dikin, ku destê xwe bidine hevdu daku hemu hêzên dagirker ji Kurdistana Rojava derkevin û dilê dostên me jî şad bin.

Herweha em daxwaz ji hemu hêzên welatparêzên Kurdistanê dikin, ku bona ava kirina yêkrêziya hêzên Kurdistana Rojavayê, rola xwe yê erînî bigerin û alikariya wan bikin.   

14 Gulan 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan