Erdogan û Kazimî pêwendiya telefonî encam dan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayiip Erdogan bi rêya telefonê pêwendiyek ligel Serokwezîr Mistefa Kazimî kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Tirkiyê pêwendiyek telefonî encam dan, tekezî li avakirina pêwendiyên bihêz di navbeyna herdu aliyan de kirin.

Nivîsîngeha rojnamevanî ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî belav kiriye, ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayiip Erdogan bi rêya telefonê pêwendiyek ligel Serokwezîr Mistefa Kazimî kiriye. Erdogan pîrozbahiya destbikarbûnê li Kazimî kiriye û ragehand, ku di nêzîktirîn dem de dixwaze seredana Iraqê bike, bo gotûbêjkirina rêkarên bihêzkirina pêwendiyan di çarçoveya rêkeftinan de û rêzgirtin li serweriya xaka her du aliyan.

Di beramber de Mistefa Kazimî kêfxweşiya xwe nîşan da bi seredana Erdogan ji bo Bexda û tekezî liser avakirina pêwendiyên bihêz di navbeyna Bexda û Enqera de kir.

 

 

C.B